Eskerên Îranê kolberek kuşt û 9 kolber birîndar kirin

  • rojane
  • 10:49 17 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşê komek kolber kirin. Di êrîşê de kolberek kuştin û 9 kolber jî birîndar kirin. 

Şevê din hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ya dikeve herêma Hewraman a ser bi Kirmaşanê, êrîşê komek kolber kirin. Li gorî agahiyên nûçeya Kolbernewsê, di encama êrîşê de kolberê 24 salî  Ehmed Sehrayî yê xelkê gundê Dişeî ye navçeya Pawe hat kuştin û 9 kolber jî birîndar bûn. Navê kolberên birîndar bûne wiha ne; “Cebar Mihemedî, Zahir Nurî, Celal Nurî, Şahid Edak, Taha Silêmanî, Resul Hoşî û Şadman Seyîd” Gorî agahiyan hemu kolberên birîndar bûne xelkê gundê Kelaşî Ciwanro ya ser Kirmaşanê ne.
 
Hate zanîn ku hemû kolberên birîndar bûne rakirine nexweşxaneya bajarê Pawe ya ser bi Kirmaşanê. Tê gotin birîna hinek ji birîndaran girane. Li gorî dîmenên di tora civakî de belavbûne, gelek welatî ber derê nexweşxaneya Pawe kombibûn û nerazîbûna xwe hemberî hêzên rejîmê anîn ziman.