Girtî li sê girtîgehan rastî lêdanê hatin

  • rojane
  • 09:07 16 Sibat 2020
  • |
img
STENBOL - Ji girtîgehên Tekîrdag, Bakirkoy û Bandirmayê bi dehan girtî sewqî girtîgehên cuda kirine. Her wiha di avêtina ser qawîşan de girtî hatine derbkirin û heqaret li wan hatiye kirin. 
 
Hat derpêşkirin ku 12 girtiyên ku hefteya borî ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tekîrdagê bi zorê hatine sewqkirin hatine derbkirin. Tê gotin bi hinceta ku dê Girtîgeha Tîpa T ji bo jin û zarokan bê amadekirin girtî hatine sewqkirin û di dema sewqkirinê de eskeran heqaret li girtiyan kirine. 
 
Girtî bi rêya parêzerên xwe ragihandine ku li têketina Girtîgeha Tîpa F'yê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekirine hatine derbkirin. Her wiha girtiyan diyar kiriye ku pirtûk û kincên wan jî hatine desteserkirin. Her wiha li 3 girtiyên di heman girtîgehê de jî gava bi zorê sewqî Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F hatine kirin jî lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û hatine derbkirin. 
 
Têkildarî van îdiayan em li girtîgehê geriyan, lê belê rêveberiya girtîgehê bersiv neda. 
 
LI BAKIRKOYÊ AVÊTINE SER QAWÎŞAN 
 
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê jî, roja înê avêtine ser qawîşa C9 û qawîşa C10'ê. Hat ragihandin ku ji sedî zêdetir gardiyan avêtine ser qawîşan û di avêtina ser qawîşan de amûrên girtiyan hatine belawelakirin û radyoyên wan jî hatine desteserkirin. Hat gotin ku di dema avêtina ser qawîşan de gava hin girtiyan bertek dane gardiyanan dest xistiye qirika wan, ew derb kirine û gef li wan xwarine. 
 
Têkildarî van îdiayan em li girtîgehê geriyan û rêveberiya girtîgehê got, tiştekî wiha çê nebûye. 
 
LI BANDIRMAYÊ 25 GIRTÎ HATINE SEWQKIRIN 
 
Li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê jî 25 girtî di 25'ê Sibatê de bi zorê sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Afyonê hatine kirin. Hat diyarkirin ku di dema sewqkirinê de girtî hatine derbkirin û yek ji van girtiyan jî Abdûllah Ongûnlû ye ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Birayê wî Mehmet Ongûnlû, anî ziman ku birayê wî 26 sal in girtiye û gelek nexweşîn lê peyda bûne. 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN' 
 
Ongûnlû, diyar kir ku gava pê hesiyane girtî hatine sewqkirin telefonî Girtîgeha Bandirmayê kirine û got, girtîgehê jî piştrast kiriye ku girtî hatine sewqkirin. Ongûnlû, destnîşan kir ku birayê wî nexweş e û enxweşîna wî giran e û got, ji ber ku nexweş e xwestine neqlî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û ji bo vê serî li Wezarata Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dane, lê belê serlêdanên wan nehatine bersivandin. Ongûnlû got, ji bo girtiyên hatine derbkirin ew ê gilî bikin. 
 
MA / Erdogan Alayûmat