Parêzer Kûzû: Biryara ji bo Ayverdiyê divê ji bo hemû bersûcên Nisêbînê bê dayîn

  • rojane
  • 09:05 16 Sibat 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Dadgehê heta niha di Doza Nisêbînê de li 39 kesan cezayê muebeta giran biriye. Lê belê di heman dozê de li Hîcran Berna Ayverdiyê ku îfade li ser hevşaredaran dabû 3 sal û 4 meh ceza biriye. Parêzer Erdal Kûzû, destnîşan kir ku divê ev biryar ji bo hemû kesên di Doza Nisêbînê de bê dayîn. 
 
Di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîna Mêrdînê de, di 26'ê Gulana 2016'an de, ji kesên ji navçeyê hatin tehliyekirin 17 jê zarok bi giştî li 70 kesî doz hatibû vekirin û heya niha ji van kesan der barê 40 kesî de biryar hatiye dayîn. Dadgehê li 39 kesan cezayê muebeta giran biriye û li Hîcran Berna Ayverdî ku li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmazê îfade dabû, 3 sal û 4 meh ceza biriye.
 
Yek ji parêzerên Doza Nisêbînê Erdal Kûzû, biryara der barê Ayverdiyê û biryarên der barê girtiyên din de dan ber hev û got, dadgeh xwe bi xwe ketiye nav nakokiyekê. 
 
Kûzû, destnîşan kir ku ji destpêka dozê ve wan ji dadgehê re gotiye bi delîlên di dosyeyê de ne mimkun e muwekîlên wan bên cezakirin û got: "Dadgeh, ji destpêkê ve kesên ji nav Nisêbînê hatine tehliyekirin bi xala 302'yan tawanbar dike. Ji ber ku ev kes li bajêr bûne bi vê xalê tawanbar dike. Lê belê di doza Hîcran Berna Ayverdiyê de dadgehê dev ji vê helwesta xwe berdaye û rabûye biryareke cuda daye. Ji ber ku Ayverdiyê der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Hevşaredara Peyasê de îfade dane, dadgehê jî helwesta xwe guherandiye. Dadgehê bi vê biryarê bi awayekî aşkere dibêje 'qiral tazî ye.'" 
 
‘DIVÊ JI BO HER KESÎ BÊ DAYÎN' 
 
Kûzû, destnîşan kir ku dadgehê bi xala 302'yan ceza li Ayveriyê nebiriye û got: "Divê heman biryar ji bo kesên din jî bê dayîn. Niha dadgeh  bi vê biryara xwe ketiye nav nakokiyan." 
 
Kûzû, diyar kir ku muwekîlê wî îbrahîm Halîl Karataş û Ayverdî bi hev re ji Taxa Yenîşehîrê hatine derxistin û got: "Her wiha bi dehan kesên ku ceza li wan hatiye birîn tevî Ayverdiyê ji heman taxê hatine derxistin. Heger ji bo Ayverdiyê heman biryar tê dayîn, nexwe dikarin ji bo kesên din jî bê dayîn. Di dosyeyê de der barê kesekî de jî nehatiye diyarkirin ku çi çalakî kirine û çawa kirine. Delîlên hemûyan heman delîl in. Divê ev biryar ji bo kesên di dema şer de ji Nisêbînê hatine derxistin hemûyan bê dayîn. Ji lew re ev rêgezeke darizandina adil e."