Polîs ceza birî dadgehê xera kir

  • rojane
  • 09:02 16 Sibat 2020
  • |
img

WAN - R.D.'yê ku ji ber nasname nîşanî notirvanan nedabû ew biribûn qereqolê û 187 TL cezayê pereyî lê hatibû birîn, îtiraza wî hat qebûlkirin. Dadgehê destnîşan kir ku notirvan ne xwedî erka pirsiyarkirina nasnameyê ne. 

Li navçeya Tûşba ya Wanê, di 3'yê Çileyê de nortivanan ciwanek rawestandibû û jê xwestibûn ku nasnameya xwe nîşan bide. R.D. jî ji wan re dibêje erkeke notirvanan a bi vî awayî tuneye û nasname nîşanî wan nedabû. Li ser vê notirvanan ciwanê bi navê R.D. dibin qereqola polîsan. Polîs jî ji ber ku nasname nîşan nedaye 187 TL cezayê pereyî li R.D. dibirin. Piştî vê R.D. tê berdan.
 
Piştî R.D. berdan ji bo xerakirina cezayê pereyî diçe serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 2'yan dide. Dadgehê jî di 31'ê Adarê de biryar da û cezayê pereyî xera kir. Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku notirvan ne xwedî erka pirsyarkirina nasnameyê ne.