Zaroka 17 salî, 5 rojin agahî jê nayê girtin

  • rojane
  • 18:24 15 Sibat 2020
  • |
img
 
ERZIROM - Zaroka 17 salî Dîdem Turan a li taxa Meydanê ya Navçeya Aşkale dijî 5 rojin agahî jê nayê girtin. 
 
Li Taxa Meydanê ya Navçeya Aşkale ya Erziromê zaroka 17 salî Didem Turan, 5 rojin agahî jê nayê girtin. Turan ku ji 10'ê Sibatê de agahî jê nayê girtin, piştî bi dayik û hevjînê dayika xwe re niqaş kir, ji holê winda bû. 
Eskeran li taxa Meydanê ya mala Turan lê heye dest bi lêgerînê kirin. Yekîneyên AFAD'ê jî sewqî herêmê kirin. Dayika Dîdem Turan Nermin Duman (39), anî ziman ku cihekî keça wê pêde biçe tune û xwest demek berîdemekê keça wê bê dîtin.