Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li dijî 15'ê Sibatê meşiyan

  • rojane
  • 16:45 15 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ya Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, daketin qadan û meşên girseyî li dar xistin. 

 
Bi hezaran şêniyên Qamişlo û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Dêrik, Girkê Legê, Qamîşlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Tilhemîs, Tilbirak, Amûdê meşên girseyî li dar xistin û 15'e Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. 
 
DÊRIK
 
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê li qada azadî kom bûn. Şêniyên herêma Beravê jî tev li meşa ku li bajarê Dêrikê hat lidarxistin bûn. Di meşê de şêniyan dirûşmeyên silavakirina berxwedana Îmraliyê hatin berzkirin wêneyên Ocalan, al û sembolên gelên herêmê û pankartên "Komploya 15`ê Sibatê roja qirkrina gelan" hildan. Meş li navenda Şehîd Bawer a ciwanan veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star Wesfa Murad axivî û komploya navnetewî şermezar kir. Wesfa di axaftina xwe de wiha got: "Berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hemû pilanên li djiî gelê Kurd têk bir." Paşê Hevserokê Meclisa herêma Dêrikê Mihemed Abdullrehîm jî wiha axivî: "Komploya navnetewî fikr û tevgera azad kir hedef. Armanca wê ku fikr û azadiya gelan û felsefeya netewa demokratîk têk bibe." Abdullrehîm destnîşan kir ku tevî Ocalan dîl hatiye girtin jî lê fikr û felsefeya wî li tevahî cîhanê belav bû û mînaka wê jî berhemên rêbertî yên nivîsî ku li tevahî cîhanê belav bû û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser hat avakir. Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bidawî bû.
 
GIRKÊ LEGÊ
 
Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Ocalan daketin qadan. Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Ji Ocalan re azadî" hatin berzkirin. Wêneyên Ocalan û pankartên "Em komploya 15`ê Sibatê şermezar dikin, komplo roja qirkirina gelê Kurd e." rakirin. Meş li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star Norşan Efrîn axivî û got: "Bi vê rojê xwestin îradeya gelan bişkînin. Em komploya navnetewî şermezar dikin." Hevserokê Meclisa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl jî axivî û komploya navdewletî li dijî Ocalan şermezar kir. Mitîng bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan kirin, bidawî bû.
 
QAMIŞLO
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û birîndarên şer ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Ocalan daketin qadan. Hêzên ewlekariya Hundrîn û HPC`ê parastina meşê kir û hêzên Tirafîkê jî tevgera çûnûhatinê bi rêxistin kir. Di meşê de wêneyên Ocalan û pankartên "Em komploya 15`ê Sibatê şermezar dikin, 15`ê Sibatê roja qirkirina gelê Kurd e" hatin hildan. Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan  nabe, kes nikare roja me tarî bike" hatin berzkirin. Meş li çerxereya Sonî veguherî mitîngê. Di mitîgê de Endama Kongreya Star Hêva Erebo axivî û komploya navnetewî şermezar kir. Hêva di axaftina xwe de wiha got: "Şoreşa Rojava bersiva hemû komplogerên ku hewl dan fikr û felsefeya Rêber Ocalan tine bikin, bû."
 
Hêva di dawiyê de destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser esasê jiyana hevbeş û fikr û felsefeya rêber Ocalan birêxistin kiriye û sîstema demokratîk ku hemû pêkhateyan hembêz dike, ava kir. Di dawiyê de dirûşmeyên banga azadiya rêber Ocalan hatin berzkirin.
 
TIRBESPIYÊ
 
Şêniyên navçeya Tirbesiyê ya kantona Qamişlo bi meşkê komploya navnetewî şermezar kir. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên banga azadiya Ocalan hatin berzkirin. Di meşê de wêneyên Ocalan û pankartên "Komploya 15`ê Sibatê roja qirkirina gelê Kurd e" hatin hildan. Meş li kêleka Akademiya Şehîd Yekta Herekol veguherî mitîngê. Di mitîgnê de Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Abdllrehîm Hiso diyar kir ku komploya li dijî rêber Ocalan îradeya gelên têkoşer kir hedef û armanca wê ku îradeya gelan bişkînin û fikr û felsefeya rêber Ocalan belav nebin. Hiso diyar kir ku gelên herêmê bi yek destî li hember dewletên komploger sekinîn, fikrên rêber Ocalan pêk anî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Me li vê derê rêveberiya demokratîk ava kir." Mitîng bi dirûşmeyên ji Ocalan re azadî bi dawî bû.
 
ÇILAXA
 
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, bi sedan şêniyên Çilaxa li pêş Çerxeriya Şehîd Mesûm kom bûn ku meşekê li dar bixin. Şêniyan pankartên bi nivîsên"Komploya 15’ê Sibatê, roja qirkirina gelan, şermezar dikin"û "Bi rihê berxwedana girtîgehan, dê komplo têk bibin û bi Rêber Abdullah Ocalan re azad bijîn." Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan hildan, cilên reş li xwe kirin û komploya ku li dijî qirkirina gelên serhildêr pêk hatiye, şermezar kirin. Xwepêşandêran diruşmên li dijî dewleta Tirk a dagirker mîna"Bimire Erdogan" û diruşmên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de"Bê serok jiyan nabe û bijî berxwedana rêber Ocalan" berz kirin. Xwepêşandan li tevahî kolanên sereke yên navçeyê gerîn û ber bi Çarxeriya Funcan ve çû û li wir vegerî mêtîngê. Piştre Endama Kongre Star a navçeya Çilaxa Nuzhet Seyfedîn bi navê şêniyên navçeya Çilaxa komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, rêberê mirovahî û wekheviyê pêk hatiye, tevahî gelên serhildêr û bindest ên li tevahî cîhanê yên bangî mafên xwe dikin, hedef girtin."
 
TIL HEMÎS
 
Şêniyên navçeya Til Hemîsê jî bi meşekê daxwaz ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku Ocalan berdin. Meş ji pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê destpê kir û di kolanên sereke de gel meşiya. Meş Ii Çerxereya Şehîdan veguhirî mitîngê. Di mitîngê de, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam axivî û komploya li dijî Ocalan di sala xwe ya 21`an de şermezar kir. Ezam got: "Komploya li dijî Ocalan di sala 1998`an de destpê kir. Dema ku Tirkiyê bi destekdayîna Amerîka, Birêtaniya û Rûsya xwest ku Ocalan radestî wê were kirin, an jî wê derbasî axa Sûriyê bibe, lê rêber Ocalan ji bo ku şer çênebe ji Sûriyê derket." Her wiha ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê, Nebûye Hisên piştrast kir ku ew wekî jinên Ereb di salên borî de di bin serweriya zihniyeta mêr de dijiya, lê îro bi saya fikr û felsefeya Ocalan ew bi azad dijin. Mitîng bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan û jiyana hevbeş bidawî bû.
 
TIL BIRAK
 
Li Til Birak jî bi sedan şêniyên navçeyê, saziyên civaka sivîl û meclisên bajar tevlî mesa şermezarkirin komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bûn Meş ji daketina başûr a navçeyê destpê kir. Meşvanan wêneyên Ocalan û pankêrtin bi nivîsa "Em komploya 15`ê Sibatê şermezar dikin, îro roja qirkirina gelan e" rakirin. Meş li çerxereya rêber Abdullah Ocalan, veguhirî mitîngê. Hevserokê Meclisa Navçeyê Abdselam El-Hesanî gefên dewleta Tirk a dagirker û komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir. Endama Kongreya Star Resm Remedan jî axivî û da zanîn ku ev komplo têk çû û negihîşt armancên xwe. Mitîng bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bidawî bû.
 
AMÛDÊ
 
Bi hezeran şêniyên navçeya Amûdê û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û şêniyên ku ji duh ve li bajarokê Topis di grava birçîbûnê de bûn ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Ocalan daketin qadan. Di meşê de wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsa "Em komploya 15`ê Sibatê şermezar dikin, roja qirkirina gelê Kurd e" hatin hildan. Meş ji pêşiya navenda ciwanan dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên bê serok jiyan nabe, ji Ocalan re azadî veguherî hatin berizkirin. Meş li Qada Jina Azad veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Zmûdê Zîwer Elî axivî û komploya navnetewî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku komplo li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn pêk hat û ev roj ji bo gelê Kurd reş e. Paşê ji rêveberên Kongreya Star a navçeyê Mediya Saed der barê komloya navnetewî de axivî. Mediya wiha got:"Bi rêya komploya li dijî rêber Ocalan hewl dan rêya têkiliyê di navbera rêbertî û gel de qut bikin. Lê ew ne gihîştin armanca xwe. Ji ber bi hezeran fikrên rêber Ocalan esas digrin û ji bo azadiya wî bi hezeran têkoşer agir bi canê xwe xisin."
 
Di dawiyê de Mediya diyar kir ku Ocalan jiyan da jinê û ji ber wê jî jin bi yek dengî dirûşma "Bê serok jiyan nabe" berz dikin. Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.