Şen a 90 salî ku rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike

  • rojane
  • 14:46 15 Sibat 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Pîra 90 salî Fatîme Şen a polîsan bi ser mala wan de girt û li malê bi îşkencenceyê birîndar kirin, piştî rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike. 

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê vê sibê polîsan bi ser malan de girt. Polîsên tîmên taybet di heman demê de bi ser mala biraziyê Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Nûrettîn Şen de jî girt. Polîsan di serdegirtinê de çek xist serê Nûrettîn Şen û îşkence lê kirin. Tîmên taybet kelûpelê malbata Şen serûbin kirin. Bavê hevşaredar Mûrat Şen derxistin derve û li ber sir û seqema dijwar dan sekinandin. Polîsên tîmên taybet îşkence li dayika Hevşaredar Mûra Şen, Fatma Şen a 90 salî kirin û dest û milê wê xistin ber sindoqê. Dest û milê dayika 90 salî Şen birin bûn bûn û şer û şîn bûn. Piştî îşkenceya li ferdê malbatê hat kirin û lêgerîn bi dawî bû Nûrettîn Şen binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Hezexê. Fatim Şen ku birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Piştî Şen tedawî bû rapora lêdanê stend. Şen piştî rapora lêdanê û îşkenceyê stend, dê serlêdana sûc bike. 
 
Pîra 90 salî Fatim Şen û Adurrahim Şen ên rastî lêdanê û îşkenceyê hatin piştî rapor stendin dê li Dozgeriya Komarê ya Hezexê serlêdana sûc bike.