Koma teknîkê sewqî herêma penaber û aşûtê hat kirin

  • rojane
  • 12:14 15 Sibat 2020
  • |
img

WAN - Koma teknîkê gihîşt cihê aşûta ku li navçeya Miksê çêbûbû. Ji bo penaberên ku li navçeya Ebaxê qerisîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn jî koma teknîkê hat sewqkirin.

Rêyên ku diçin herêma aşûtê ya li navçeya Miksê ya Wanê ku 41 kes di bin de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn, hatin vekirin. Li ser vê yekê komeke teknîkê ku ji 17 kesan pêk tê, ji bo lêgerîna xebatkarê agirkujê Mehmetcan Taşdemîr ku di bin aşûtê de ye hat şandin.  Hat ragihandin ku kom gihîştiye cihê aşûtê. Heke şert û mercên hewayê guncav bin dê xebatên lêgerînê bên destpêkirin. 
 
Li aliyê din ji bo 13 penaberên ku li navçeya Ebaxê qerisîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn jî koma teknîkê hat sewqkirin.