Wêneyên îşkenceyê: Polîsan dest û milê dayika 90 salî birîn kir

  • rojane
  • 12:03 15 Sibat 2020
  • |
img

ŞIRNEX – Polîsan li Hezexê îşkence li dayika 90 salî û neviyê wê kir û hevjînê wê jî li ber sir û seqema dijwar hiştin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê vê sibê polîsan bi ser malan de girt. Polîsên tîmên taybet di heman demê de bi ser mala biraziyê Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Nûrettîn Şen de jî girt. Hat zanîn ku di serdegirtinê de polîsan çek xist serê Nûrettîn Şen û îşkence lê kirin e. 
 
ÎŞKENCE LI DAYIKA 90 SALÎ KIRIN 
 
Tîmên taybet kelûpelê malbata Şen serûbin kirin. Bavê hevşaredar Mûrat Şen derxistin derve û li ber sir û seqema dijwar dan sekinandin. Her wiha polîsên tîmên taybet îşkence li dayika Hevşaredar Mûra Şen, Fatma Şen a 90 salî kirin û dest û milê wê xistin ber sindoqê. Di dest û milê dayikê de birîn çêbûn û wêneyên dayikê ravekirina îşkenceyê radîxîne ber çavan. Polîsan serê Abdurrahîm Şen jî li dîwar xistin û ser û çavê wî birîndar kirin. 
 
Piştî îşkenceya li ferdê malbatê hat kirin û lêgerîn bi dawî bû Nûrettîn Şen binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Hezexê. Sedemê binçavkirina Şen nehat zanîn. 
 
Hat zanîn ku welatiyê bi navê Mehemt Fîdan jî di serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin.