Parlamenter Sarisaç bi wêneyan nûçeyên derew pûç kir

  • rojane
  • 10:11 15 Sibat 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bi wêneyan nûçeyên çapemeniya tirk ên bi sernavê “Terorîstê PKK’yî ji mala parlamenterê HDP’yî derket” pûç kir. 
 
Li Wanê duh polîsan pêşiya wesayîta Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç girtibû û endamê Meclîsa HDP’ê Yûnûs Dûrdû binçav kiribûn. Medya hewzê ango medya tirk bi sernavê “Terorîstê PKK’yî ji mala parlamenterê HDP’yî derket” nûçeyan serwîs kirin. Sarisaç di hesabê xwe yê twîtterê de bertek nîşanî nûçeyên derew da û bi wêneyan nûçeyên çapemeniya tirk pûç kir. 
 
Sarisaç di hesabê xwe yê Twîtterê de vê parvekirinê kir:
 
“Bi navê ‘terorîstê li malê’ dixwazin hevalê me yê xebatê #YunusDurdu wek ‘terorîs’ pênase bikin. Yûnsû hevalê me yê li qadê bi me re dixebite û ew endamê meclîsa partiya me ye. Hem em ê hîle û derewên we pûç bikin û hem jî em ê qet û qet li hember we serê xwe netewînin.” 
 
Sarisaç wêneyên Dûrdû yê bi wan re beşdarî bername û ziyaretan bûye parve kir.