ROJEVA 15'Ê SIBATA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 15 Sibat 2020
  • |
img

* Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner der barê konferansa Platforma Zimanê Kurdî de da zanîn ku dê di konferansa 22’yê Sibatê de li  li ser xalên ‘Ziman û Perwerde’, ‘Ziman û Fermiyet’, ‘Ziman û Rewşenbîr’  û ‘Ziman û Gel’ bisekinin.

* Li Wanê, ji ber aşûta qewimîbû 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Niha jî welatî dê ji ber îhmalkariyên rû dane dozê vebikin. Baroya Wanê jî aşkere kir ku ew ê daxilî van dozan bibin. 
 
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, li 6 deverên bajêr 12 ronahiyên dekoratîf bi milyon û 210 hezar TL'yî çê kiriye. Her wiha qeyûm ji bo nivîsên çêkirine jî 324 hezar TL pere daye. 
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Antalyayê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye û got, divê girtiyên mafên wan î tenduristiyê tên astengkirin demildest bên berdan. 
 
* Girtiyên li Girtîgeha Giresûnê, bi rêya malbatan agahî dan û diyar kirin ku zextên li ser wan zêde ne. Girtiyan anîn ziman ku lênûsk û pirtûkên wan kom dikin û her ode bi 3 kamerayan 24 saetan tê şopandin. 
 
* Operasyona Îdlîbê ya hêzên rejîma Sûriyeyê, ji bo Tirkiyeyê hevsengiyan serobino dike. Tirkiye ku ji ber komên selefî yên piştgiriyê dida wan, ew û Rûsyayê li ber pozê hev sekinîne, çendî ku li dor NATO'yê biçe û bê jî alternatîfên wê bisînor.
 
* Rêveberên HDP'ê ku di hilbijartina 31'ê Adarê de axîşa "Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike” şaş werger kiribûn û doz li wan hatibû vekirin beraet kirin. Biryara beraetê ya li Cizîrê dê ji bo dozên din jî bibe mînak. 
 
* Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê dê têkildarî komplo û tecrîta li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 777’emîn de bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin dê li Qada Galatasaryê bicivin. (12.00) 
 
* Şandeya Navnetewî ya Îmraliyê dê bi wesîleya 21’emîn salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Buroya Hiqûqê ya Asrinê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
 
* Dayikên Aştiyê bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Ocalan dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
 
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya heftane ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” bidomîne. (12.00)
 
*Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş bên berdan dê li ber Supmerbanka berê ya li Konakê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 412’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” li dar bixe û balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
 
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê di hefteya 284’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxwaza azadiya girtiyên nexweş bikin. (14.00)
 
* Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî dê endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek a di çalakiya rojiya mirinê de ye li mala wê ya Sariyerê ziyaret bikin. (14.00)
 
* Baroya Rihayê dê têkildarî serlêdanên DMME’yê û pirsgirêkên rojane çalakiyek birêve bibe. (10.00-17.00)
 
* Rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan li gelek bajar û navçeyan bi armanca şermezarkirina salvegera 21’emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00-17.00)