Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin bû 20

  • rojane
  • 17:32 14 Sibat 2020
  • |
img
 
AMED - Îro danê sibehê polîsan avêtibû ser gelek malan. Rêveberên HDP'a Amedê jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Hat diyarkirin ku heya niha 20 kes hatine binçavkirin. 
 
Îro danê sibehê polîsan li Amedê bi awayekî hevwext havêtibû ser gelek malan. Hat diyarkirin ku di avêtina ser malan de Rêverberê HDP'a Bajêr Îrfan Soner, Hevserokê Rezanê Mehmet Atlihan û Hevserokê Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya, Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Yûsûf Andan, rêveberê DBP'a Rezanê Alî Alkan, rêveberê HDP'a Rezanê Abdûllah Dengîz û endamê meclîsa şaredariyê yê berê Rifat Tûrfan, rêveberê HDP'a Amedê Mele Abdûllah Arkan, Hasan Çîçek, Mehmet Ozçelîk, Fûat Oner, Haci Eroglû, Halîs Tekok û Îlknûr Meygîl hatine binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku polîsan avêtiye ser mala rêveberê HDP'a Rezanê Fattûllah Işiktaş jî lê belê ji ber ku Işiktaş ne li malê bûye nehatiye binçavkirin. 
 
Nehat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin ji ber çi hatine binçavkirin û hat gotin kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.