Ji ÎHD’ê rapora sala 2019’an: Li 61 kesan sîxûrtî hat ferzkirin

  • rojane
  • 16:08 17 Çile 2020
  • |
img
ENQERE – ÎHD’ê rapora xwe ya sala 2019’an a bûyerên bi rêbazên zext û gefan îfade girtin, hevdîtin kirin, revandin û kirina sîxûr aşkere kir û got: “Di nava sala 2019’an de li 61 kesan sîxûrtî hat ferzkirin."
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), rapora xwe ya taybet a derbarê bûyerên bi zext û gefan îfade girtinê, sohbet û hevdîtin kirinê, revandin û kirina sîxûrtiyê yên di sala 2019’an hatin jiyîn de, ji raya giştî re aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 8 kesan li Navenda Giştî, 36 kesan li Şaxa Stenbolê, 8 kesan li Şaxa Amedê, 8 kesan li Şaxa Îzmîrê, 5 kesan Şaxa Enqerê, kesekê li Şaxa Meletiyê, 5 kesan li Şaxa Êlihê, bi giştî 71 kesan bi heman hincetan serî li ÎHD’ê dane.
 
‘SÎXÛTÎ FERZÎ 61 KESAN HATIYE KIRIN’
 
ÎHD’ê di rapora xwe de bal kişand ser rêbazên ferzkirina sîxûtiyê jî û wiha pê de çû: “13 kes hatin revandin, rastî gehan hatin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin. Ev kes girtekên wan ên fermî nehatine girtin û hema wisan hatine berdan. 61 kes jî, li cihên cuda sîxûrtî ferzî wan hatine kirin û gef li wan hatine xwarin. 5 kes jî dema girtîbûne, dozger an jî rayedarên ewlekariyê çûne gel wan û sixûrtî ferzî wan kirine. Ev bûyerên wiha pir zêde, lê mexdûr ditirsin ku serî li dozger û ÎHD’ê bidin.”
 
Di beşa encam û pêşniyaran a raporê de wiha hat gotin: 
 
“* Divê dozger ji bûyerên wek tehdît, heqaret, îşkence, kes ji azadiya wî/wê bêpar hiştin, wezîfeya xwe baş bikar neaniye û revandin û sîxûrkirinê re bêdeng nemîne. Divê bi awayek bandor lêpirsînê bide destpêkirin. 
 
* Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê ji bo kontrolkirina polîs û leşkeran divê komîyonek jêr xwe ava bike û serlêdanan binirxîne. 
 
* Lazime Komîsyona Çavdêrkirina Polîsan-Leşkeran têkildarî binpêkirina mafên mirovan xebatên bi bandor birêve bibe. 
 
* Komîsyona Îstîhbaratê û Ewlehiyê ya TBMM’ê pêwîste komîsyone bin xwe ava bike û di mijara xebatên dijqanûnî yên rêxistinên îstîhbaratê lêkolînan bike.”