Kedkarên tundî şermezar kirin rastî tundiya polîsan hatin

  • rojane
  • 15:29 17 Çile 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran bi armanca tundiya li dijî kedkarên tenduristiyê bi dawî bibe daxuyanî dan. Polîsan li Enqere mudaxaleyî kedkaran kir û 4 kedkarên tenduristiyê binçav kirin. 
 
Kedkarên tenduristiyê bi boneya tundiya li dijî xizmetkarên tenduristiyê bi dawî bibe li Enqere, Edene, Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. Li Enqereyê polîsan mudaxaleyî xizmetkarên tenduristiyê kir û 4 kes binçav kirin. 
 
ENQERE 
 
Odeya Tabiban a Enqere û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li pêş Serwîza Lezgîn a Nexweşxaneya Deriyê Derve bi boneya balê bikişînin ser tundiya li ser kedkarên tenduristiyê daxuyanî dan. Xizmetkarên tenduristiyê pankarta “Bila tuniya di xizmeta tenduristiyê de bi dawî bibe" rakirin û daxuyanî dan. Xizmetkarên ku pankarta “Divê tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe" vekirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi hinceta “Destûra walîtiyê tune" nehiştin ku xizmetkarên tenduristiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Xizmetkarên rastî astengiya polisan hatin bi gotina “Em rastî tundiyê tên, Dema em dixwazin vê yekê aşkere bikin em tên astengkirin. Destûr nadin ku em li hewşa nexweşxaneyê jî daxuyanî bidin. Ev der cihê karê me ye." Dema xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê hatin hûn li ku bûn?" û bertekên xwe anîn ziman. 
 
Hevserokê Şaxa SES'ê yê Enqereyê Husnu Yildirim û Rêveberê ATO Dr. Riza Ozbek tev li daxuyaniyê bûn. Dema xwestin daxuyaniyê bidin polîsan mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de Serokê Emeklî Senê yê berê Veli Beysulen, Pisporê rêxistinkirinê yê Dev Maden Senê Muhammet Alkiş, Hevserokê Şaxa SES'ê yê Enqereyê Husnu Yildirim û Rêveberê ATO Dr. Riza Ozbek binçavkirin û ji bo raporê şandin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî ya Enqereyê. 
 
Piştî astengiya polîsan, xizmetkaran diyar kirin ku dê li avahiya  ATO'yê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 
 
 
EDENE MÊRSÎN 
 
Li Edene û Mêrsînê jî xizmetkarên tenduristiyê bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê.