Tecawiza 3 çawîşên pispor wiha veşartin!

  • rojane
  • 11:52 17 Çile 2020
  • |
img

DERSÎM - Li Dersimê jina rastî tecawiza 3 çawîşê pispor hat û piştre rastî tundî û lêtana çawîşan hat. Jina tecawizê wê hatî kirin, diyar kir ku ew rakirin nexweşxaneya Xarpêtê û piştre ji bo rastiyê nebêje ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê û di odeyekê de derî li ser wê kîlît kirin û derman kirin. 

Li Dersimê di rojên dawî de bûyerên tacîz, tecawiz û windakirin bûye rojev. Di rojên dawî de li ser medya civakî hat parvekirin ku 3 çawîşên pispor tecawizî jinekê kiriye. Têkildarî bûyerê hûrguliyên nû derketin holê. Li gorî çavkaniyên herêmî, mehek berê çawîşekî pispor, jinek 20 salî gazî mala xwe kiriye û tevî 2 çawîşên pispor ên li mala wî tecawîzî jina ciwan kirine. Jina ciwan a rastî tecawiza çawîşên pispor hat piştre rastî tundî û lêdana çawîşan hat û ew avêtin kolanê. Ji bo bûyer neyê bihîstin, jina rastî tecawizê hat ewil rakirin Nexweşxaneyek li Xarpêtê. Piştî hin welatiyan lêkolîn kir, jina ciwan ji Xarpêtê anîn Dersimê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê derman kirin. Jina ciwan li odeyek Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê derî li ser wê kîlît kirin û derman. Dîsa dermankirina jina ciwan nexistin qeydan û bi awayekî veşarî derman kirin. Ji bo bûyer neyê bihîstin, jina ciwan li odeya hêjmar A-326 a qatê duyemîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê bi cih kirin û derî li ser wê girtin. Li ser derî jî nivîsa “Ji ziyaretvanan re qedexe ye" nivîsandin û destûr nedan ku kesên din têkevin odeyê. 
 
DESTÛR NEDAN KU XIZMETKARÊN PAQIJIYÊ JÎ TÊKEVIN HUNDIR
 
Piştî jina ciwan birin odeyê, destûr nedan ku xizmetkarên paqijiyê jî derbasî odeyê bibin û derî kilît kirin. Hat diyar kirin ku bi tenduristî û xizmeta jina ciwan, jinek sergirtî ya 30-35 salî eleqeder dibe û car caran du mêr jî diçin odeyê. Peyvirdarê paqijiyê ku dixwaze biçe odeyê paqij bike, dibîne ku deriyê odeyê kîlîtkirî ye. Piştî bûyerê lekolîn dike, fêr dibe ku jina rastî tecawizê hatiye li wir derman dikin û derî li ser wê kîlît kirine. Dîsa li Nexweşxaneyê di hêjmara polîsan de jî zêdebûn çûbûye. Hat diyar kirin ku jina li nexweşxaneyê dihat dermankirin, duh ji odeyê derxistin û derxistin dervê bajar. Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku jina rastî tecawizê hat, li gel 3 mêran derxistin û birin dervê bajar. Hat diyar kirin ku dema xwestin mijara odeyê veşêrin jî anîne ziman ku kurê midûrê nexweşxaneyê yê 13 salî bi enfeksiyonê ketiye û ji ber vê yekê li vir tê dermankirin û destûr nadin ku kesên din têkevin hundir û bi vî şiklî ser bûyerê pêçan e. 
 
CÎGIRÊ WALÎ: NE RAST E 
 
Nûnerên rêxistinên civakî yên Dersimê jî duh têkildarî bûyerê mijar ji Cîgirê Waliyê Dersimê Selçuk Yosunkaya pirsîne, lê cîgirê walî jî diyar kiriye ku ev ne rast e. Hat hînbûn ku piştî saet 19.00’ê şevê derketina kolanan li esker û polîsên bekar qedexe ye.