Kaya ya 3 salin tê darizandin nehat berdan

  • rojane
  • 11:44 17 Çile 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ya 3 salin girtiye, 15’emîn danişîna wê hat dîtin. Kaya ya ku 3 salin tê darizandin nehat berdan, 

 
15'emîn danişîna doza Hevşaredara Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya berê Sara Kaya ya di 13'ê Çileya 2017'an de hat binçavkirin û girtin û piştre qeyûm tayînî cîhê wê hat kirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê hat dayîn. Kaya ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Kaya jî di danişînê de amade bûn. 
 
Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dozger xwest ku girtina Kaya dewam bike. 
 
PRZ. TANHAN: DIVÊ BÊ BERDAN 
 
Dûre Parêzerê Kaya Kamûran Tanhan parastin kir û wiha got: “Hemû delîl hatin komkirin û hemû şahid jî hatin guhdarkirin. Ez di çarçoveya biryara DMME û PMME’yê de daxwaz dikin ku muwekîla min bê berdan. Divê hîn zêdetir neyê mexdûr kirin û rewşa girtina wê ya dirûj li ber çavan bê girtin.” 
 
KAYA: EZ NE SÛCDARIM
 
Kaya, li dijî daxwaza girtinê ya dozger parastin kir û wiha axivî: “Ev nêzî 4 salane ez girtîme. Parêzerê min parastinên pêwîst kirin. Rewşa mexdûrbûna min li holê ye. Ez xwe sûcdar nabînim. Gelek hevşaredarên di serdema min de hatin girtin, hemû hatin berdan. Lê bi taybetî ez tim girtin. Ez dixwazim ev rewşa min li ber çavan bê girtin û daxwaza berdana xwe dikim.” 
 
Şandeya dadgehê, daxwaza parêzer û Kaya ya berdanê red kir û biryara dewama girtina Kaya da. 
 
Dadgehê dûre danişîn taloqî 6 Adara 2020’an kir.