ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN

* Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmara 2'yan a Osmaniyeyê, girtî ji ber binpêkirinên mafan ji 12’ê Mijdarê ve di greva birçîbûne de ne. Bavê girtî Suleyman Saçal, Niyazî Saçal bal kişand ser zextên li ser girtiyan û diyar kir ku jimariya şipyakî li wan ferz dikin. 
 
* Di Wêjeya Klasîk a Kurdî de kesê ku bi nezmê pênaseya xwarinan kiriye û zewqên wan nivîsandiye Şêx Muhyedînê Hênî ye. Hênî, di sedsala 19'an de bi navê "Beyana Xwarinan û Zewqên Wan" simatiyyeyek nivîsandiye û tê de behsa gelek xwarinan û zewqên wan kiriye. 
 
* Waniyan anî ziman ku sedema krîza aborî zext û zoriyên li ser kurda û muxalefetê ne û gotin, heta şer bi dawî nebe ne krîz hel dibe jî wê gel rihet bibin. 
 
* Seroka VAKAD'ê ya hat girtin Songul Ozînver, anî ziman ku piştî komeleya wan hat girtin, li kafe, mal û kuçeyan serlêdanên jinan werdigirin. 
 
* Dêra Sûrp Sarkîs a ermenî, bi salan hat texrîbkirin, kevirên wê hatin firotin û bû hedefa defînegeran. Rûveyla Tûnç ku derbarê dêrê de lêkolîn kirin, got: "Heger dêr bi temamî hilweşe, wê hafize û bîrek winda bibe." 
 
* Nûnera Zarokên di Girtîgehê de ya CÎSST'ê Canssû Şekercî û bavê Mîrazê biçûk Cengîz Zaza Akbaba, bal kişandin ser zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne û gotin, li girtîgehan muameleya girtiyan bi zarokan re tê kirin. 
 
* Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze komên mîlîtarîst li herêmê bi cih bike û got: "Kî 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' (SMO) fînanse dike?" 
 
* Herikîna Çemê Dîcleyê li aliyekî bi “Bendavên ewlehiyê” tê guhertin û talankirin, li aliyê din jî Çem, bi kavilên xaniyan û çopê tê qirêjkirin. Kavil û çopa dirijînin Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê rê li ber xeterya wêrankirina xwezayê vedike. 
 
* Partiyên komên wan li meclîsê hene dê civînên çapemeniyê li dar bixin (09.45-13-30) 
 
* Platforma Jinan a Mêrsîn û Antalyayê dê têkildarî cînayetên jinan li pêş avahiyên edliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.30)
 
* Komîsyona mafên zarokan ên Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Amed û gelek bajarên din têkildarî 20'ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê dê li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
 
* Xebatkarên Rojnameya Atilim dê têkildarî qedexeya çalakiya xwe ya li Navenda Çanda Bostanciyê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
 
* Rêxistina Partiya Demokrasiyê ya Azadîparez (ODP) ya Antalyayê dê têkildarî krîza aborî û întîharên didomin, li Qada Attalosê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)