Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin

  • rojane
  • 17:07 18 Mijdar 2019
  • |
img
ENQERE - Daneşîna yekemîn a doza parlamentera berê ya HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku ji ber dûrişmeya li Meclisê avitibû, lê hatibû vekirin, hat dîtin. 
 
Daneşîna yekemîn a doza ku ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ve bi angaşta "Propagandaya rêxistinê" li parlamentera berê ya HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim hatibû vekirin, hat dîtin. Sedema sûcdariya ku li Yildirim tê kirin jî dûrişmeya ku dema rakirina destnedana parlameberan di 2'ê Gulana 2016'an de li Meclisê avêtiye.
 
Daneşîna ku Yildirim tevlî nebû parêzera wê Gunîzî Satar lê amade bû. Yildirim ku daxwaznameya wê ya hinceta tevlînebûnê li ÛYAP'ê nehatibû barkirin, bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaeliyê tevlî daneşînê bû. Piştî tespîtkirina nasnameyê Yildirim mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: "Min serê sibehê daxwaznameya xwe ya hincetê şand. Ji ber êşa diranên xwe ez ê parastinê nekim. Ji dosyayê hê nû agahdar bûm. Di daneşîneke din de ez ê bi kurdî parastina xwe bikim."
 
Parêzera Yildirim, Gunîzî Satar jî diyar kir ku dema rapora pispor a derbarê dîmenan de bê parastin bikin. 
 
Heyeta Dadgehê daxwaza Yildirim û parêzera wê Gunîzî tev qebûl kir û daneşînê taloqî 3'ê Sibata 2020'an kir.