ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2019'AN

 
* Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî, tevî 7-8 nexweşiyên giran 23 sal in girtî ye û nayê berdan. Keça Mehmet Emîn Ozkan Selma Ozkan, diyar kir ku ji ber nexweşiyên zêde û giran her tişt ji bîra bavê wê diçe û got, dadgeh li benda mirina bavê wê ne. 
 
* Mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî, diyar kirin ku ji bo yekîtiya neteweyî divê partî û saziyên kurdan xebatên rêxistinbûyînê bikin û mekanîzmayekê çê biki û gotin, êdî divê gavine berbiçav bên avêtin. 
 
* Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ji partiyên siyasî û saziyên kurdan re got: "Bi hev re tev bigerin. Heger hûn difikirin bi hev re bifikirin." 
 
* Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Sînopê Zekî Karataş, ji bo santralên nukleerê yên tên çêkirin anî ziman ku Tirkiyeyê vediguherînin çopgeha nukleerê û got, bi têkoşîneke topyekûn wê santral bên astengkirin. 
 
* Serokê Şaxa Sendîkaya Sosyal-Îş'ê ya Stenbolê Mûstafa Agûş, destnîşan kir ku xebatkarên li AVM'yan di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin û got, bi berxwedana karkerên Kotonê re xebatkarên li AVM'yan tozika mirinê ya li ser xwe avêtine. 
 
* Mamosteyê erdnîgariyê Mehmet Baran Aydin, ji bo zarokên kurdan bi navê "Ji Bo Zarokan Cografya" pirtûkek nivîsand. 
 
* Sempozyuma ku ji aliyê HDK'ê ve li Salona Şanoya Kenter a Şîşliyê der barê penaberî û koçberiyê de bi navê "Koç, penaberî û cudakarî" duh dest pê kiribû dê îro jî berdewam bike. (10.30)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê dê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Qesra Sevgî ya şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê li dar bixe. (11.00-16.00)
 
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê dê têkildarî 25'ê mijdarê panelê li dar bişe. (13.00)
 
* Platforma Jinan a Antalyayê dê têkildarî Peymana Îstanbul, Nafaqa û xala 6284'an li Şaxa Egîtîm Sen'e ya Antalyayê panelê li dar bixe. (14:00)