Ciwanê wesayîta leşkerî lê xist jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 13:53 23 Îlon 2019
  • |
img

DERSIM - Ciwanê 22 salî Oktay Er ê li navçeya Mêzgirê wesayîta leşkerî lê xist, jiyana xwe ji dest da. 

Li bajarên herêmê, wesayîtên zirxî her roj dibe sedama mirina mirovan. Piştî zarokê 6 salî Efe Tektekîn ê di 11’ê Îlonê de li navçeya  Rezan a Amedê, di encama lê xistina maşîneya zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest da, vê carê jî li gundê Goktepe yê navçeya Mêzgir a Dersimê wesayîta leşkeran li ciwanekê xist û jiyana xwe  ji dest da. Li gorî agahiyan, ciwanê 22 salî Oktay Er ê duh bi şev xwest ji gundê Goktepe derbasî gundê Çîmenli bibe li ser cadde wesayîta leşkeran lê qulipî. Er di encama lê xistina wesayîtê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Er, dûre ji bo otopsiyê şandin Meletiyê 
 
Bavê Er: EZÊ GILÎ BIKIM 
 
Bavê Oktay Cebraîl Er, diyar kir ku qeza li ser rêya mezin a ripîrast pêk hat û wiha got: “Kurê min di encama wesayîta leşkeran a bi lez dihat de jiyana xwe ji dest da. Li cihê bûyer em 3 saetan rastî dozger man. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze şandin navçeya Mêzgirê. Li wê derê ambûlans nedan me. Me li nexweşxaneya navêndê geriyan. Wan jî ambûlans neşandin. Piştî rayedar ketin dewrê, nû ambûlans şandin. Ji wir jî cenaze şandin Meletiyê. Çawan dibe ku kurê min li ser rêya rast nebînin. Kurê min kuştin. Ezê derbarê kesên kurê min kuştin de gilî bikim.” 
 
Cenazeyê Oktay Er wê sibe li gundê  Çîmenlî bê definkirin.