Tê payîn di doza Rojnameger Kîbriye Evren de biryarê bidin

  • rojane
  • 10:41 23 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren ku di 9'ê Cotmeha 2018'an de hat girtin û 11 mehin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, wê sibê li Edliyeya Amedê bê dîtin. Tê payîn ku sibê heyeta dagehê biryarê bide. 
 
 
Rojnamevan Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Sibê danişîna doza Evrenê wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê. Dozger di danişîna 4'emîn de mutaala xwendibû. Dozger di mutaalayê de der barê Rojnameger Evren de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" xwestibû heta 20 salan bê cezakirin. Evren, li dijî mutaalaya dozger a di 18'ê tîrmehê de parastin kiribû û diyar kiribû ku li hemû cihê jin lê hebe qada rojnamegeriyê ye û bi salan e der barê jinan de nûçe çêdikin. ji ber xebatên rojnamgeriyê dike hatiye girtin. 
 
ŞAHIDÊ NEPEN JÎ DI ÎFADEYÊ DE GOT 'ROJNAMEGER E' 
 
Prz. Resul Tamur, diyar kir ku Evren rojnameger e û li ser îfadeya şahidê nepen hatiye girtin. Tamûr, anî ziman ku li gel şahidê nepen di îfadeya xwe de dibêje Evren Rojnameger e jî dîsa girî ye. Tamûr, xwest hemû îfadeyên şahidê nepen li dosyayê bê zêdekirin. Tamûr anî ziman ku Evren rojnaemger e û xwest Evren serbest bê berdan. 
 
 
Danişîna Evren wê di 24'ê Îlonê de (Sibê) li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin û li bendê ye ku heyeta dadgehê biryarê bide.