Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin

  • rojane
  • 16:14 21 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Berlinê gelek akademisyen, zanyar, siyasetmedar, rojnamgeran di konferansa “Ji bo Demokratîkbûna Tirkiyeyê Lêgerîna Peymana Civakî" de kom bûn. Beşdarên konferansê ji bo pirsgirêka Kurd çareserî xwestin û pêşniyarên çareseriyê parve kirin. 

Li Bajarê Berlinê yê Almanyayê bi tevlêbûna gelek akademîsyen, zanyar, zanist, rewşenbir, siyasetmedar û rojnamegeran konferansa “Ji bo Demokratîkbûna Tirkiyeyê Lêgerîna Peymana Civakî" hat li dar xistin. Konferans wê du rojan berdewam bike. Tê payîn ku piştî niqaşa du rojan pêşniyarên çareseriyê parve bikin. Konferansa ku Rojnameger Hayko Bagdat sekretaryaya wê dike, bi axaftina Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç û Alîkarê Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiya Elewî yên Ewropayê M. Alî Cankaya dest pê kir. Koç got ji bo ku ew dixwazin li welatekî demokratîk û wekhev bijîn hatine gel hev. Di konferansê de Can Dundar, Latîfe Akyuz, Dr. Ahmet Însel, Hatîp Dîcle, Prof. Eser Karakaş, Bêrîvan Aslan, Ergûn Babahan, Gokay Akbulu û Turgut Ozer axivîn û ji bo avakirina dewleteke hiqûqî û demokratîk a li Tirkiyê pêşniyarên xwe gotin.
 
'DIVÊ XEBATÊN AVAKIRINA SERDEMA NÛ WERIN KIRIN'
 
Rojnamevan nivîskar Can Dundar got li şûna darizandina serdemeke qediyayî ya li Tirkiyê divê xebatên avakirina serdema nû werin kirin û got, divê nexşerêyek were danîn. Dundar got divê li ser xaleke hevpar werin cem hev û pêşniyara avakirina sîteyeke webê stesyona televizyonekê kir. Prof. Dr. Ahmet Însel jî got, ''Heke li bara hev em ji hev bawer bin jiyaneke hevpar dibe. Divê em ji tirs, tolhildan û tundiyê xwe xilas bikin.'' Endama berê ya Parlamentoya Ewistiryayê Bêrîvan Aslan jî got gefên Erdogan û bombeyên DAÎŞ'ê li Ewropayê teqandin li Ewropayê partiyên radîkal ên rastgir xurt kirin. Aslan got, ''Erdogan li Ewropayê entegrasyon ji holê rakir.''
 
Endamê Partiya Çepgir a Meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbulut jî faşîzma AKP-MHP'ê encex bi avakirina Rêya 3'yan dikare were avakirin.
 
'VAN DU SALÊN DAWÎ LI TIRKIYÊ SAZÛMAN FAŞÎZMÊ DEST PÊ KIRIYE'
 
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle jî got, ''Hişmendiya Îttîat Terakkî bi desthilata AKP-MHP'ê rojane bûye, van du salên dawî pêvajoya sazûmanîbûna faşîzmê dest pê kiriye.'' Dîcle bi domdarî got li dijî dîktatoriya li Tirkiyê divê komara demoratîk were avakirin û got, ''Divê hesab ji yasayên ne demokratîk ên vê rejîmê were pirsîn, divê dagirkeriya li derveyî Tirkiyê biqede, ji bo çareseriya pirsa Kurd a li meclîsê divê pêvajoya diyalogê dest pê bike, ji bo girtiyan efûya siyasî çêbibe.''
 
'HEKE MESELEYA KURD ÇARESER NEBE DEWLETA TIRK WÊ BIRÛXE'
 
Prof. Eser Karakaş jî got ji bo çareseriya pirsa Kurd divê gelek xalên destûra Tirk biguherin, diyar kir avakirina dewleta hiqûqê ya li Tirkiyê wê were maneya çareserkirina pirsa Kurd. Rojnamevan Ergun Babahan jî got, ''Heke Tirkiye meseleya Kurd çareser neke wê hilweşe. Divê muxalîfên li Tirkiye bi rengekî zelal li dijî şerê Sûriyê, li dijî dagirkeriya Sûriyê derkevin.'' Wekîlê berê yê HDP'ê Turgut Oker jî got, ''Divê ev kombûn bi kesên ku bang kirine sînordar nebîn, li zemînê berbelav bibe û zêdetir berfireh bibe.'' Ji akademîsyenên aştiyê Latîfe Akyuz jî got, ''Me got em nabin hevkarê vî sûcî. AKP bi ser me de hat, em malavayî li AKP'ê dikin, em kirin aktivîst. Bi cezakirina me em tevlî nav muxalîfan bûn, tevlî bi dehan konferansan bûn.''