Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin

  • rojane
  • 14:55 21 Îlon 2019
  • |
img

WAN - Meclisa Ciwanan a HDP'ê bi berdilkên xwe yên li ser wan nivîsa "Ji Hijbir, Pişaftin, Ajantî û Tecawizê re bes e" nivîsandî tevlî Nobeta Demokrasiyê ya Wanê bû. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ferhat Kalkan diyar kir ku desthilata AKP'ê bi êrîşên ser destkeftiyên gelê kurd dixwaze ser têkçûna xwe bigire.

 
Çalakiyên şermezarkarina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û Qereyazî û Pasûrê didomin. Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê di roja xwe ya 34’emîn de hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Ciwanan a HDP'ê îro bi berdilkên xwe yên li ser wan nivîsa "Ji Hijbir, Pişaftin, Ajantî û Tecawizê re bes e" nivîsandî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Em ê teqez bi serkevin" hat vekirin. 
 
BIRYARA ZIRDESTIYÊ
 
Di çalakiyê de destpêkê parlamanterê HDP'ê yê Antalyayê  Kemal Bulbul axivî û diyar kir ku bi biryara girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daraz careke din têk çûye wiha got: "Jixwe biryara darizandina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hebû. Ev biryar  bi zordestiya faşîzma AKP û MHP’ê pêk hat. Dadgehê dîsa em matmayî nekirin û biryarek li gorî daxwazên îktîdara heyî da. Ev biryar dê bikeve dîroka hiqûqa cîhanê. Ev biryar skandaleke hiquqî ye. Ev tê wateya mirina darazê. Ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. Demîrtaş û Yuksekdag rûmeta gelên bindest in. Heta ku hevserokên me, hevşaredarên me ji girtîgehan bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînîn. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin û girseyên demokratîk dikin ku werin bi me re mil bi mil têbikoşin.” 
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ KIRIN
 
Pişt Bulbul, li ser navê Meclisa Ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan axivî û wiha got:” Îktîdar bi zordestiyê û derbeyan dixwaze polîtîkayên xwe yên li dijî demokrasiyê rewa bike û ser têkçûna xwe bigire. AKP’ê çawa ku zanî ew şaredariyên me yên di sala 2016’an de xespkirin ew ê wenda bike, dîsa dest bi xespkirinê kir. Polîtîkayên tecrîtê her ku diçe zêde dibin, li dijî vê sekna ciwanan jî bi hêz û bi rêxistin dibe. Em ê weke ciwanan li her qadên jiyanê hebin. Bi pêşengiya jinên ciwan û ciwanan em hemû gelê xwe daxwazî têkoşînê dikin.”
 
Girseyê pişt re dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi dirûşmeyên”Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.