Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir

  • rojane
  • 14:22 17 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Piştî ku hevşaredarên Pasûrê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, bînaya şaredariyê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Polis piştî ku nasnameya xebatkarên şaredariyê qontrol dikin, ew digirin şaredariyê. 
 
Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ku ji be teqîna ku beriya çend rojan li gundê Birêk ê navçeyê pêk hat, hatibûn girtin ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Piştî tayînkirina qeyûm bînaya xizmetê ya şaredariyê bi polis û maşîneyên zirxî hat dorpêçkirin. Qeymeqamê navçeyê Mûstafa Gozlet ku weke qeyûm hat tayînkirin, derbasî şaredariyê bû. Polis piştî ku nasnameya xebatkarên şaredariyê qontrol dikin û ew di lêgerînê re derbas dikin, digirin şaredariyê.