Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene

  • rojane
  • 13:59 17 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Hevşaredarên navçeya Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ên derbarê teqîna li Pasûrê de hatin girtin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, di dema lêpirsînê de, têkildarî bûyerê tenê pirsek jî ji wan nehat kirin. Ligel vê yekê jî ji bo dosyeya lêpirsînê biryara “veşartinê” hat dayîn. 
 
Di 12’ê Îlonê de, li gundê Bîrik ê navçeya Pasûr a Amedê teqînekê rû da û 7 kesan di qetînê de jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê derbarê taqînê de lêpirsîn da dest pê kirin û di çarçoveya lêpirsînê de, Hevşaredarên HDP’ê yên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Midûrê Karê Fen ê Şaredariyê Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê yê Pasûrê Abîdîn Karaman û Mehmet Emîn Ay binçav kirin û her 5 kes duh ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Têkildarî dosyeya her 5 kesan hin agahî hatin bi dest xistin. 
 
Her 5 kes bi îfadeyên şahidabn û îdîayên piştî teqînê ji ber ku wesayîta aîdê şaredariyê berî teqînê li cihê bûyerê hat dîtin, hatin binçavkirin.
 
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, di dema lêpirsîna dozger û midûriyeta polîsan de, derbarê bûyerê de tu pirsek ji 5 kesên hatin girtin nehatiye kirin û tu delîl jî, nîşanî wan ne dane.
 
Ligel vê yekê jî her 5 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Yekgirtina dewletê xerab kirin” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Pasûrê hatin kirin û dozger ji bo dosyayê biryara “veşartinê” da.