Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin

  • rojane
  • 12:27 15 Îlon 2019
  • |
img
 
ENQERE - Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, bal kişand ser malbatên li ber avahiya HDP’ê rûniştine û got: “Di nava dayikan de cudakarî tuneye. Dayikên Şemiyê yên li Amedê jî, mafdarin.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di civîna Meclîsa Partiyê (PM) de axivî û bal kişand ser malbatên li ber avahiya HDP’ê rûniştine. 
 
Kiliçdaroglu, diyar kir ku desthilatdarî cudakariyê dike û wiha axivî: “Feraseta siyaseta nû di vê çarçoveyê deye.”
 
‘DI NAVBERA DAYIKAN DE CUDAKARÎ NABE’
 
Kiliçdaroglu, da zanîn ku dinava dayikan de cudakarî nabe û wiha got: “Tenê dayik dizanîn zarokên wan ji bo wan çiqas bi nirxin. Dema ku zarok nexweş dikeve dayik jî pê re nexweş dikeve. Jiyana wê bi zaroka wê ve girêdayî ye. Niha cudakariyê dixin nava dayîkan. Dayikên Şemiyê, Dayikên Amedê. Dayik dayike. Dayikên Şemiyê yên li Amedê jî mafdarin. Dayikên Şemiyê 755 heftene bêyî ku dest li kesekê bidin, wêneyên zarokên xwe kirine destên xwe û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dibêjin zarokên me vengeriyan, lê hestiyên wan nîşanî me bikin. Dayikên me yên ku zarokên xwe nedîtin û jiyana xwe ji dest dan hene. Dayikên li Amedê jî dixwazin zarokên wan paşve vegerin li malên xwe rûnin. Maf û hiqûqa wê jî heye. Ew jî edaletê dixwaze. Wê dayikê destê kurê xwe hine kiriye û şandiye leşkeriyê, lê ji aliyê rêxistinê ve hatiye dil girtin. Ew dayik jî kurê xwe dixwaze. Hatin gel min jî, bi wezîran re jî hevdîtin kirin. Min got divê ev zarok bên Tirkiyeyê. Divê ev zarok bên rizgar kirin. Lê rayedaran gotin ‘em ne rayedarn, tiştek di destê me de tuneye.’ Ji bo ku bêhêziya xwe îlan bikin, çûne rûniştine. Gelo hûn çima diçin li wir dirûnin? Tu yê vê êşê û pirsgirêkê çareser bikî. Erka te ewe ku tu pirsgirêkê çareser bikî.”