MÛŞ - Li gundê Odunçor a navçeya Kopê, cendirmeyan êrîşî gundiyên li dijî avakirina kana keviran derketin kirin, 2 gundî birîndar kiribûn û 15 gundî binçav kiribûn. Her 2 gundî piştî dermankirinê ji nexweşxanê hatin derxistin û 15 kes jî hatin berdan.
Li gundê Odunçor a navçeya Kopê ya Mûşê, gundiyan duh li dijî avakirina kana keviran çalakî li ser xistin û bertek nîşan dan. Lê cendirmeyan êrîşî gundiyan kirin, 2 gundî birîndar kirin û 15 gundî jî binçav kiribûn. Gundiyên hatin binçavkirin li Qereqola Cendirmeyan a Naçeyê di saetên şevê de hatin berdan. Her 2 gundiyên birîndar jî, piştî hatin derman, ji nexweşxanê hatin derxistin.