Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine

  • rojane
  • 09:07 15 Îlon 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Ciwanan Mehtap Bingul ku ji aliyê Qeyûmê Mêrdînê Mustafa Yaman ve cara duyemîn ji bo heman beşê hat peywirdarkirin, derket holê ku daîre û dikanên li ser navê şaredariyê bi buhayekî zêde ji xizmên xwe kirê kiriye û dîsa xizmên wê li heman daîreyan dijîn. 

 
Piştî Wezîrê Karên Hundir Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman weki qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê kir, nelirêtî dîsa derketin holê. Qeyûmê Mêrdînê Yaman ku berê di sala 2016'an de tayînî şaredariyê hatibû kirin û gelek nelirêtî kiribûn, piştî cara duyemîn wekî qeyûm tayîn kirin dîsa dest bi nelirêtiyan kir. Qeyûm Yaman di serdema ewil de Mehtap Bîrgul tayinî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Ciwanan kiribû. Qeyûm Yaman piştî cara duyem wekî qeyûm tayîn kirin, dîsa Mehtap Bingul ji bo Serokatiya Daîreya Xizmenên Jin û Ciwanan peywirdar kir. Derket holê ku Mehtap Bîrgul li ser navê şaredaiyê di heman apartmkanê de gelek daîre û dikanên ku aydî xwişka wê ye bi buhayekî zêde kirê kir û dîsa xwişka wê li van daîreyan dijî. Di hilbijartina 31'ê Adarê de piştî şaredarî ket destê HDP'ê, Şaredariya HDP'ê dawî li karê Bîngul anîbûn. Piştî qeyûm dubare tayîn kirin, qeyûm dubare Mehtap Bîngul ani ser kar. Bîngul, di serdema berê de ji bo salên 2017 - 2019 dikan û daîre ji bo 3 - 5 slan peymana kirê îmze kiribû. Lê derke holê ku ev Daîre û dikanên ku Seroka Daîreyê Mehtap Bingul li ser navê şaredariyê ji xizmên xwe kiriye kir û dîsa xizmên wê lê dijîn. 
 
Li gorî peymana kirê ya hat bi destxistin, di serdema rêveberiya qeyûm de di bin navê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Ciwanan 7 daire û dukkan hatine kirêkirin. Di van peymanên kirê yên li serê şaredariyê hatine kirêkirin îmzeya Mehtap Bingul heye. Li van 2 dukan û 1 daîreyên ku li ser navê şaredariyê hatin krêkirin Xwişka Bîngul Gulseren Terece dijî. Derket holê ku bu buhayekî zêde hatiye krêkirin. 
 
Li gorî belgeyê Seroka Daîreyê Bîngul di 11'ê Çileya 2017’an de  li Taxa Deriyê Stewrê li ser rêya Yenîyolê li dikana Hêjmar 80 ya Apartmana Bîngul, li ser navê Kursên Pîşeyî û Şewirmendiya Derûnî krê kiriye û ji bo salekê 16 hezar û 320 TL  heqê krê nişan daye. Dikan ji bo 5 salan hatiye krêkirin. Bîngul, ji xwişka xwe Gulseren Terece dikanek din krê kiriye. Li Taxa Stewrê li ser Yenîyolê dîsa di Apartmana Bîngul de du dikan krê kirine. Dikan di 15'ê Çileya 2018’an de krê kirine. Dikan li ser navê Daîreya Xizmetên Jin û Ciwanan kirêkiriye. Heqê kirêya van dikanan jî 50 hezar û 34 TL nîşan daye. Ji bo 5 salan krê kiriye. 
 
Bîrgul, beriya hilbijartina 31'ê adarê di 21'ê Sibata 2019’an de dîsa li ser navê Serokatiya Daireya Xizmetên Jin û Ciwanan de li heman apartmanê daîreyek kirê kir. Dikan ji bo 3 salan kirê kir û ji bo 3 salan bi 117 hezar û TL krê kiriye. 
 
MA / Ahmet Kanbal