Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir

  • rojane
  • 09:23 15 Îlon 2019
  • |
img
 
AMED - Abdulmenaf Dargin ku ji ber li bajêr betal ma tevî malbata xwe çû gund û tûtin çand, got: "Em ji bo debara xwe karê çandiniya tûtinê dikin" 
 
Ji ber krîza aborî û ji ber nebûna kar her diçe hejmara kesên betal dimînin zêde dibe. Yek ji van kesan jî Amdulmenaf Dargin e. Dargin, ji ber ku li Amedê kar bi destê wî neket tevî malbata xwe çû gundê xwe Helhelê yê Hezroya Amedê û dest bi çandina tûtinê kir. 
 
JI BO ZIKTÊRIYÊ 
 
Dargin, bilêv kir ku tûtina çandina ancax pê dikarin zikê xwe têr bikin. Dargin, anî ziman ku wan xwestiye ji dêvla tûtinê tiştekî din deynin lê belê ji ber rewşa wan a aborî nebaş bûye nikaribûne û got: "Em vî karî jî sirf ji bo zikê xwe têr bikin dikin." Dargin, bal kişand ser zor û zehmetiyên çandina tûtinê jî û got: "Çandin û paleyiya wê 8 mehan didome. Paşê em diçin Amedê. Li Amedê jî ji be rkar tune ye em heta biharê betal dimînin. Wexta bihar tê em dîsa tûtinê datînin."