35 roj in cenazeyê kurê wî nadinê

  • rojane
  • 09:01 15 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Endamê HPG’ê Muhammet Emin Demîr (Denîz Agirbaz) ku di 11’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, hîn jî cenazeyê wî nedane malbata wî. Bav Mûrat Demîr ku 35 roj in hewl dide cenazeyê kurê xwe wergire, got: “Êdî bila zarokên me nemirin. Bila bav zarokên xwe binax nekin." 
 
Endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) ku ji navçeya Bismil a Amedê ye, di 2014’an de tevlî PKK’ê bû û di 11’ê Tebaxa 2019'an de li Gevera Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da. Piştî malbat di 18’ê Tebaxê de pê hesiya ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, di 21’ê Tebaxê de çû Gever û Colemêrgê û li morga nexweşxaneyê cenaze teşhîs kirin. Li ser vê malbatê di 21’ê Tebaxê de serî li Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê da û ji bo testa DNA’yê jî xwîn da. Dû re jî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê da. 
 
Bav Mûrat Demîr, diyar kir ku ew di 18’ê Tebaxê de ji çapemeniyê pê hesiyane ku kurê wî jiyana xwe ji dest daye û got: “Di 21'ê Tebaxê de em pê hesiyan ku cenaze li Colemêrgê di morgê de ye. Me serî li dozgeriyê da. Ji bo DNA'yê me xwîn da. Em sê caran çûn, lê tiştek ji me re negotin. Mehek di ser şehadeta wî re derbas bûye, lê hîn jî me tu encam negirtine. Me li Colemêrgê serî li ÎHD'ê da û li Amedê jî me serî li MEDBYA-DER'ê da." 
 
‘POLÎSAN EW TACIZ KIRIN’
 
Demîr, dest nîşan kir ku polîsên li Colemêrgê ew taciz kirine û got: “Dema em ji Colemêrgê derketin, heta Bedlîsê em şopandin. Gava em ji Bedlîsê derketin, polîsan em dan sekinandin û gotin, 'Em ên narkotîkê ne.' Pişt re dest bi lêgerînê kirin. Ji me re gotin, 'Hûn çima li Xelatê sekinîne?" Meger em şopandine. Ji me re gotin, 'Di çûyînê de çima hûn di ser Gevaşê re çûn, lê di vegerê de hûn di rêya Xelatê de diçin? Çima hûn çûn Geverê.' Em jî derketin û hatin." 
 
ZEXT Û ZORÎ
 
Demîr, bilêv kir ku bi vê yekê tê xwestin tesîrê li derûniya wan bikin û got: "Bi vî şiklî dixwazin em çavtirsandî bikin û gel bitirsînin. Ji me re gotin, haya me ji we heye. Dixwazin malbatê bitengijînin." 
 
NAHÊLIN ŞÎNA XWE JÎ DEYNIN 
 
Demîr, destnîşan kir ku polîs nahêlin ew şîna xwe jî deynin û got, ev yek ne di Îslamiyetê tenê di tu dîn û baweriyê de tune ye û got: "Nahêlin selaya zarokê me jî bê xwendin. Nahêlin em şîna xwe jî deynin. Me bihîst ku nahêlin cenaze li mizgeftan jî bên şûştin. Hîn me cenazeyê kurê xwe neaniye. Mizgeftên li vî welatî yê me hemûyan e. Di kevirên van mizgeftan de pereyên me jî hene. Mizgeft mala Xwdê ye. Ev zarok jî zarokên misilmana ne." Bav Demîr, anî ziman ku ew naxwazin êdî zarok bimirin û got: "Bila zarokên me nemirin. Bila bav zarokên xwe binax nkin."
 
Demîr, xwest ku rojek berî rojekê aştî çê bibe û got: "Bila ne ciwan ne jî tu kes bimire. Em doza yekîtiyê dikin. Daxwaza me jî ew e ku em cenazeyê xwe bigirin û şîna wî deynin. Wekî dine m tu tiştî naxwazin."