Parêzerên Demîrtaş berdana wî xwestin

  • rojane
  • 15:18 14 Îlon 2019
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Demîrtaş bi daxuyaniyekê xwestên ku Demîrtaş demildest bê berdan. 
 
Parêzerên Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, beriya rûniştina doza Demîrtaş ku dê di 18'ê Îlonê de li 16'emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bê dîtin, bi civîneneke çapameniyê daxuyaniyek dan. Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan û Ahmet Şik û Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî di nav de gelek kes tevlî civîna ku li Taksîm Hill Otelê hat dayîn, bûn. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin parêzera Demîrtaş Benan Molû xwend. 
 
'BERDANA DEMÎRTAŞ NE QENCÎ YE'
 
Parêzer Molû bi awayekî berfireh qala pêvajoya darizandina Demîrtaş kir û biryarên ku derbarê wî de li dadgehên Tirkiyeyê û DMME'yê hatine dayîn bi bîr xist û ev tişt got: "Ji ber cezayê Demîrtaş ji 5'ê Gulana 2019'an ve ketiye binî salekê, di çarçoveya berdana bi kontrolê divê Demîrtaş bê berdan. Lê berdana Demîrtaş rastiya ku dê dibe ku timik rastî lêpirsîn, darizandin û cezayên nû were naguherîne. Berdana Demîrtaş ku dê di çarçoveya hesibandina cezayê ku razeye û berdana bi kontrol de pêk bê ne qenciyeke hiqûqî û siyasî ye, mafê herî bingehîn e. Li gorî qanûnan divê Demîrtaş demildest bê berdan."
 
Daxuyanî bi bersivandina pirsên rojnamegeran bi dawî bû.