Kaya yê CHP'î: Davutoglu têkçûn dît

  • rojane
  • 12:24 14 Îlon 2019
  • |
img
ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, diyar kir ku Serokê Giştî yê berê yê AKP'ê Ahmet Davutoglu piştî dît ku AKP têk diçe ji partiyê îstîfa kir. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, li navçeya Încesû ya Qeyseriyê beşdarî 26'emîn Mihrîcana Tirî û Çandê ya Încesû bû. Kaya, pirsên rojnamegeran ên der barê îstîfa û îxraca Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Ahmet Davutoglu de bersîvand û wiha got: "Ji AKP’ê tenê Davutoglu îstîfa nekiriye. Ji ber bajar û navçeyan mirovan ji AKP'ê îstîfa dike. Ev nîşan dide ku pirsgirêk çareser nebûne. Di partiya mede pirov korane nabin endam û li dora partiya me nabin yek. Ger ku çareseri hebe endamdî didome. Ger ku çareserî tune be jê qut dibin. Divê em siyasetedar carek din dersê ji vê yekê bistînin. Emê ji derdê civakê re bibin derman. Em nikarin xwe bi sînor bikin. Ev civak êdî dixwaze pirsgirêk çareser bibin. Ahmet Davutoglu, ev têkçûn dît û îstîfa kir."