Danişîna rojnamegeran 5 deqîqe dewam kir

  • rojane
  • 16:10 11 Îlon 2019
  • |
img

AMED – Rojnameger Ayşegul Dogan û Yusuf Karataş ên bi îdiaya “Rêxistin ava kirine û birêve birine” tên darizandin danişîna wan 5 deqîqe dewam kir. 

 
Rojnameger Ayşegul Dogan û nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş bi îdiaya “Rêxistin a terorî ava kirine û birêve birine” tên darizandin. Xebatên Dogan û Karataş ên rojnamegeriyê sûc hatine dîtin û ji her yekê re bi xwesteka 22 sal û nîv cezayê hepsê doz hatibû vekirin. Danişîna doza Dogan û Karataş li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li pey hev hat dîtin. Danişînan 5 deqîqe dewam kir û hat taloqkirin. 
 
Ayşegul Dogan ji ber nexweşîna xwe beşdarî dozê nebû. Parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen di danişînê de amade bûn. 
 
Parêzeran parastin kir û got guhdarkirina miwekîla wan li dijî hiqûq û rêbazê ye. Piştî parastina parêzeran dadgehê doza Dogan taloqî 25’ê kanûnê kir. 
 
Piştî danişîna Dogan, danişîna Karataş jî li heman dadgehê hat dîtin û Karataş di danişînê de amade bû. Dozger xwest tedbîra kontrola edlî ya derbarê Karataş de dewam bike. 
 
Karataş parastina xwe kir û got tedbîra li ser wî xebatên wî yên pîşeyî asteng dike û ev tedbîr veguheriye cezakirinê. 
 
Parêzerê Karataş, Îsmaîl Koç jî got guhdarkirina miwekîlê wî li dijî hiqûqê ye û xwest tedbîr û qedexeya derketina derve ya li ser miwekîlê were rakirin. 
 
Dadgehê danişîna daxwaza Karataş û parêzer red kir û danişînê taloqî 25’ê kanûnê kir.