Doza kuştina Şerzan Kûrt dê sibê bê dîtin

  • rojane
  • 12:30 11 Îlon 2019
  • |
img
ÊLIH - Doza xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt ku sala 2010'an li Mûglayê hat kuştin, dê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê bê dîtin. Parêzerê dozê Erkan Şenses bal kişan ser bê hîqûqiyên dozê ku 3 caran ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye betalkirin û ev tişt got: "Doza Kûrt dikare li fakulteyên hiqûqê wek ders jî bê vegotin."
 
Xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt (21), di 11'ê Gulana 2010'an de li Zanîngeha Mûglayê, ji aliyê polisê bi navê Gultekîn Şahîn ve hat kuştin. Doza Kûrt ku kujer Şahîn têde tê darizandin, dê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê bê dîtin. Biryarên ku di çarçoveya dozê de hatine dayîn, heta niha 3 caran ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatine betalkirin. Niha jî dozê ji Mûglayê birine Eskîşehîrê. 
 
'DOZ DIKARE WEK DERS JÎ BÊ DAYÎN'
 
Parêzerê dozê parêzer Erkan Şenses têkildarî dozê axivî û ev tiş anîn ziman: "Di sala 2015'an de tekildarî cezayê ku li polisê kujer Gultekîn Şahîn hatibû birin, min gotibû ku heta niha cara yekemîn e ji ber kuştina welatiyekî cezayek ewqas bilind li polisek hatiye birîn. Lê ez şaş derketim. Dadgeha Bilind berovajiyê biryara xwe ya niha, ji polisê kujer re di navbera 3-9 salan de ceza dixwaze. Doza Kûrt dikare li fakulteyên hiqûqê wek ders jî bê vegotin."