Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye

  • rojane
  • 11:33 11 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê Rojnews'ê Biryar Mihemed di 21'ê Tebaxê de ji aliyê asayiya Hewlerê ve hat binçavkirin û hêj aqûbeta wî nayê zanîn.  Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ a navnetewî der barê binçavkirin û wendakirina nûçegihanê Rojnews'ê Biryar Mihemed de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ji 21'ê Tebaxê heta niha kes nikare serdana Rojnamegger Biryar Mihemed bike. 

 
Nûçegihanê Ajansa Rojnews'ê yê Hewlêr Biryar Mihemed di 21’ê Tebaxê de ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat binçavkirin û 20 rojin aqûbeta wî nayê zanîn. Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ li ser malpera xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser nûçegîhanê Rojnews'ê Biryar Mihemed û got; “Li gorî zanyariyên me ji edîtorê RojNews Soran Hisên wergirtî, Biryar Mihemed li ser nûçeyên xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin. Asayîş diyar dike ku Biryar bi awayek ne yasayî karê rojnamegeriyê kiriye. Lê hêzên ewlekariyê vê yekê jî bi fermî ranegihandine û ti daxuyanyek wan li ser nîne. Herwiha RojNews diyar dike ku Biryar Mihemed 2 sale weke nûçegihanê wan kar dike û endamê Sendîkaya Rojnamegerane. Hikumet pitgiriya sendîkayê dike. Rêveberê asayîşa Hewlêr Tariq Nurî diyar kiriye ku Biryar endamek pêşmerge bû, lê li gorî RojNews Biyar di sala 2016’an de ji pêşmergetiyê hatiye dûrxistin." 
 
Edîtorê ajansa Rojnewsê Soran Hisên li ser binçavkirina Biryar Mihemed bi CPJ’ê re peywedî danî û ji CPJ’ê re got; “Em nizanin ji bo çi Biryar hatiye binçavkkirin. Lê li ser bombebaranên dewleta Tirk yên li herêma dibin desthilatdariya PDK’ê de nûçe çêkiriye.”
 
CPJ di dewama daxuyaniya xwe de got: “Li gorî agahiyên me girtine, hîn jî ti kes nikare serdana Biryar bike.”
 
Nûçegihanê Rojnewstê Zubêr Bradostî jî di 21’ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên çekdar yên ser bi PDK’ê ve li herêma Bradost hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve jî aqûbet Zubêr nayê zanîn.