Polisan li Mêrdînê êrîşî HDP'iyan kir

  • rojane
  • 14:24 25 Tebax 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdîn endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê xwest di roja 7’an de çalakiyên xwe yên tayinkirina qeyûman berdewam bikin. Dema girseya ku hilbijêrên HDP’ê jî di navde ji avahiya HDP'ê ya Mêrdînê derketin, polîsan ew dorpêç kirin û mudaxaleyî girseyê kirin. Polîsan di mudaxaleyê de parlamenterên HDP'ê dahf dan û li wan dan. 
 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li dijî tayînkirina qeyûm û operasyonên siyasî bertek û nerazibûnên gel li gelek bajaran didomin. Li Mêrdînê jî hilbijêrên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk 7 rojin li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyan li dar xistin. Endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê kom bûn xwestin bimeşin Parka Navendî ya Karayollari u li wir daxuyaniyê bidin. Dema girseya ku parlamenter di navde bûn ji avahiya HDP'ê derketin polîsan ew dorpêç kirin û mudaxwale kir. Polîsan du mudaxaleyê de parlamenter dahf dan û li wan da. Rageyiya li dora avahiya HDP'ê didome.