Yildiztekîn: Mafê hevdîtinê ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî

  • rojane
  • 09:04 25 Tebax 2019
  • |
img
RIHA - Siyasetmedar Halît Yildiztekîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê girtî ye, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û diyar kir ku rayedarên girtîghê mafê hevdîtina mehane ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî û mafê hevdîtina heftane ya girtî ji 45 deqîqeyan daxistine 40 deqîqeyî. Yildiztekîn, anî ziman ku berê rojnameya Yenî Yaşam didan wan, lê êdî rojnameyê nadin wan. 
 
Zext û binpêkirina mafan li girtîgehan berdewam dikin. Siyasetmedar Halît Yildiztekîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê girtî ye, bi rêya nameyê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Yildiztekîn, diyar kir ku rayedarên girtîghê mafê hevdîtina mehane ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî û mafê hevdîtina heftane ya girtî ji 45 deqîqeyan daxistine 40 deqîqeyî. Yildiztekîn, anî ziman ku berê rojnameya Yenî Yaşam didan wan, lê êdî rojnameyê nadin wan û wiha got: "Berê di navbera odeyan de hefteyê saetekê mafê hevdîtina girtiyan hebû. Lê niha ev maf ji destê girtiyan girtine. Li odeyên ku 20 ranza lê hene, 23 kes lê dimînin û 3 kes li erdê radizên. Mafê me yê civakî û xebatên sporê ku hefteyê saetekê bû ji holê rakine.