ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN

* Hîndekarê berê Salih Agr Qoserî, ji bo biryara der barê girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê got:" Bi enerjî û dînamîzma çêbû, potansiyeleke baş çêbû. Lê belê piştî îktîdara siyasî dît nikare li gor dilê xwe beşê kontrol bike dest bu mudaxilekirinê kir." 
 
* Seroka Odeya Bijîşkan a Bûrsayê Guzîde Elîtez, diyar kir ku Projeya Nexweşxaneyên Bajêr zirareke mezin daye budçeya welêt û hîn pir bi derengî neketiye divê dev ji vê yekê bê berdan û got: "Rêbaza rast ew e ku nexweşxane li navenda bajêr bên vekirin an jî nexweşxaneyên heyî bên revîzekirin." 
 
* Waniyan, destnîşan kir ku divê bi beşdarbûyîna gel pêvajoyeke çareseriyê ya nû bê destpêkirin û divê her kes guh bide bangawaziyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê. 
 
* Dayika Omer Çevîkê hat gotin li Çiyayên Amanosê di êrîşeke bi SÎHA'yan de jiyana xwe ji dest daye, 398 roj in dixwaze aqûbeta kurê xwe hîn bibe. Dayik Nazîme Çevîk, diyar kir ku xwîn ji bavê wî hatiye girtin lê belê xwîna bavê û tu cenazeyî li hev derneketiye û got: "Dixwazim aqûbeta kurê xwe hîn bibim." 
 
*  Medenî Kiye ku li Girtîgeha Xarpêtê ji ber îşkenceyê nikare bipeyive, di dema hevdîtina vekirî de tiştên hatin serê wî bi nivîskî ji malbata xwe re got. Kîye, diyar kir ku êrîşên hatine kirin êrîşên organîzekirî ne û got: "Dibe ku sibê tiştên hîn xirab biqewimin." 
 
* Li Meletiyê îsal jî ruyê milmişvanan nekeniya. Cotkaran, got: "Eger kooperatîfek bê avakirin em ê xelas bibin." 
 
* Hatibû gotin li Mala Lênihêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ya ŞBMA'yê di bin navê stewrkirinê de kûçik hatin jehrîkirin. Hevşaredarê ŞBMA'yê Selçûk Mizrakli, ji bo van îdiayan got, ev îdia ne rast in û got: "Gotinên ji bo heqkuştinê ne rast in." 
 
* Halîse Aksoy ku ji bo cenazeyê kurê xwe Agît Îpek ku di sala 2017'an de li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest da wergire tu devre nema serî lê neda, herî dawî du meh berê ji bo testa DNA'yê xwîn dabû Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê lê belê ji encamên testa DNA'yê tiştek derneket. 
 
* Parlamenterên HDP'ê û rêveberên HDP'ê wê bi şîara "Ji Mûnzûrê heta Cerattepe, ji Heskifê heta Çiyayê Kazê" tev li Nobta Av û Wîcdan a Çiyayê Kazê bibin. (10.00)
 
* Dayikên girtiyan wê li Parka Newrozê ya Navçeya Rezan li hev kom bibin. (16.00)