Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • rojane
  • 11:57 27 Hezîran 2019
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtiye Rezan Sarica, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
 
Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê  û 12-18'ê Hezîranê de bi muwekîlê xwe re 4 caran hevdîtin pêk anîne.