Çemê Dîcleyê di 3 salan de 42 kes daqurtand

  • rojane
  • 09:07 27 Hezîran 2019
  • |
img

AMED – Çemê Dîcleyê di nava 3 salan de 42 welatî daqurtand. Di 6 mehên dawî de 10 kes di Çemê Dîcleyê de fetisîn. 

Her sal di demsala havînê de gelek kesên ji bo xwe hênik bikin dikevin Çemê Dîcleyê di avê de difetisin û jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Mezin a Amedê di nava 3 salên dawî de 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di 6 mehên dawî de 10 kesên ketin avê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê Serokê Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Mezin a Amedê Îbrahîm Hakki Biliç diyar kir ku di sala 2016'an de 9 kes, di sala 2017'an de 14 kes, di sala 2018'an de 9 kes û di 6 mehên dawî yên 2019'an de jî 10 kesan bi giştî di nava 3 salên dawî de 42 kesên ketin ava Çeme Dîcleyê jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 20'ê Hezîranê de li ser pira Kahbê ya Amedê ciwanê 18 salî Muhammed Ozcan (18), di Çemê Dîcleyê de fetisî. Biliç, diyar kir ku ji bo van bûyeran rawestînin li tenişta Çemê Dîcleyê û golên cuda lewhayên ku diyar dikin avjenî qedexe ye cid kirine û wiha got: "Armanca me em bi v an levhayan derdorê hişyar bikin. Ji ber germa zêde bûye em bi bûyerên fetisandinê re rû bi rû ne. Ji bo em rê li pêş van bûyeran bigirin xebatên me didomin. Di Çemê Dîcleyê de fitlonek pir zêde ne. Dîsa şidda ava Çemê Dîcleyê pir zêde ye. Pir bi şid diherike. Ji ber vê yekê welatiyekî ku bi avjeniyê nizanibe talûka ku bifetise pir zêde ye. Em niha bi yekîneyên 6 kesan lêgerîn û xebatên rizgariyê dimeşînin."