Li operasyona Şirnexê de eskerekî jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 13:28 16 Hezîran 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di operasyona eskerî de şer derket û di şer de eskerekî jiyana xwe ji dest da. 
 
 Li çoltara Çiyayê Gabarê yê Navçeya Hezexê ya Şirnexê eskeran bi piştgiriya hewayî operasyon li dar xist. Di operasyona hewayî û bejayî de şer derket. Di şer de eskerekî jiyana xwe ji dest da. Wezareta Karên Hundir têkildarî operasyonê daxuyanî da. wezaretê anî ziman ku li navçeya Hezexê li Herêma Çemê Cehennemê Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê operasyona Şehit Jandarma Uzman Çavuş Mustafa Kalfe li dar xistiye. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu têkildari operasyonê anî ziman ku li Şirnexê operasyonek mezin dimeşînin. Wezîr Soylu da zanîn ku di operasyonê de eskerekî wan bi giranî birîndar bû û nehat xelaskirin.