3 nûçegihanên Rojnameya Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 20:41 15 Hezîran 2019
SETNBOL - Polîsan avêt ser buroya Bûrsayê ya Rojnameya Ozgur Gelecekê. Rojnameyê, ragihand ku 3 nûçegihanê wan hatine binçavkirin û polîsan dest daniye ser amûrên wan ên li buroyê. 
 
Polîsan avêt ser buroya Bûrsayê ya Rojnameya Ozgur Gelecekê. Di avêtina ser buroyê de polîsan dest danî ser amûrên rojnameyê. Rojnameyê der barê avêtina ser buroyê de bi nivîskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hema bêje her roj kedkarên çapemeniya azad tên binçavkirin û ji ber fealiyetên xwe yên rojnamegeriyê tên cezakirin. Îro li Stenbolê avêtina ser buroya ETHA'yê mînaka vê yekê ye... Ev êrîş li Bûrsayê jî dewam kirin. Nûçegihahê rojnameya me Ozgur Gelecekê Sevda Erkilinç, Togay Okay û Huseyîn Camkiran di 13'ê Hezîranê saet li dor 11'an hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku nûçegihanên me bi îdiaya propagandaya rêxistinê hatine binçavkirin û wê 4 rojan di bin çavan de bimînin. Tê payîn wê roja duşemê nûçegihanên me sewqî dozgeriyê bên kirin. Her wiha li buroya me jî dest danîn ser bis edan pirtûkî, arşîva weşanê û amûrên buroyê."