Malbat li Esenyurtê di roja 24'an de kom bûn

  • rojane
  • 14:06 19 Gulan 2019
  • |
img
STENBOL - Çalakiya malbatên girtiyan a li Esenyurtê di roja 24'emîn de berdewam kir. Malbatan astengiya polîsan nas nekir û meşiyan. 
 
Malbatên girtiyan ên li dijî tecîrdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştevaniyê li Esenyurta Stenbolê di roja 24'an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatên li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Esenyurtê kom bûn heta qada Esenyurtê meşiyan. Girseya ku li qadê bi malbatên din ên girtiyan re kom bû, demekê li ser bankên li derdorê rûniştin. Malbatên li qadê çalakiya rûniştinê li dar xistkin, polîsan ew dorpêç kirin. Polîsan nasnameya kesên çalakî li dar xistin di GBT'ê re derbas kirin. Welatiyên xwestin mijarê hîn bibin, rastî tundiya polîsan hatin. 
 
Piştî malbatan nasnameyên xwe ji polîsan girtin meşiyan avahiya HDP'ê ya Esenyutê û banga hestiyariyê kirin.