Dozger li 10 jinên lîlandin doz vekirin

  • rojane
  • 09:43 19 Gulan 2019
  • |
img
EDENE - Dozgerê Komarê yê Bayburtê der barê 10 jinên ku bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn û di danişînê de lîlandin û diruşme berz kirin doz vekir. 2 sal şûnde bi îdîaya "Pesnê sûc û sûcdar daye" doz vekir. 
 
Di 19'ê Tîrmeha 2017'an de 10 jinên ku li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, bi rêya Dîtbarî û Deng (SEGBIS) beşdarî 1’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Sêrtê bûn. 10 jinên ku bi rêyae SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn di danişinê de dirûşme berz kirin û lîlandin. Dozger Piştî danişînê 2 sal şûnde der barê 10 jinan de doz vekir. Piştî doz hat vekirin Hekîmê Înfazê yê girtîgehê îfadeya 10 jinan girt. Piştî rêveberiya girtîgehê lêpirsîn meşand li 10 jinên girtî cezayê dîsîplînê birî. Li ser îdîayên gardiyan jî doz vekirin. 
 
Piştî lêpirsîna Dozgerê Komarê yê Bayburtê der barê girtiyên jin Berivan Gurhan, Berivan Karakoyun, Fecriye Benek, Figen Yaşar, Gulsum Koç, Hîkmet Alp, Mulkiye Dogan, Ozlem Aydar, Sevda Arcan û Şahide Pusat de doz vekir  Piştî Hekime Asliye Ceza yê Bayburtê idîaname qebûl kir doz hat vekirin. Yekemîn danişîna dozê wê di 27'ê Heziranê de bê dîtin.