Qeymeqamê Dêrikê hêj jî xwe qeyûm dihesibîn!

  • rojane
  • 11:20 16 Gulan 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Qeyûmê berê û Qeymaqamê niha yê Dêrikê Hakan Kafkas hê jî xwe wek qeyûm dihesibîne û hesabên medya civakî yên Şaredariyê Dêrikê bi kar tîne.  

 
Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas ku di sala 2016’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê hatibû kirin û di Hilbijartina 31’ê Adarê de bi serkeftina namzetên HDP’ê re serdama wî ya qeyûmiyê bi dawî bû, hê jî xwe wek qeyûm dihesibîne. 
 
Li gorî nuçeya e-rojnameyê, Qeymeqam Kafkas hesabên fermî yên şaredariyê hê jî radestî rêveberiya nû ya şaredariyê nekiriye û serdanên xwe yên navçeyê li ser van hesaban diweşîne.  Di vê çarçoveyê de Kafkas herî dawî serdana xwe ya bazara sewalan a ku hêj çêkirina wê neqediya li ser van hesaban parve kir. 
 
Hevşaredarên Dêrikê Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran têkildarî mijarê ji e-rojnameyê  re axivîn û bertek nîşanî rewşê dan. Hevşaredaran diyar kir ku hê jî hesabên fermî yên medya civakî yên şaredariyê radestî wan nehatiye kirin û qeymeqam ji bo propagandaya xwe bi kar tîne. Hevşaredaran têkildarî parvekirinên dawîn jî gotin ku dê derbarê Qeymeqam Kafkas de serlêdana sûc bikin.