Endamê HDP’ê yê meclîsa şaredariyê hat binçavkirin

  • rojane
  • 10:26 16 Gulan 2019
  • |
img

RIHA - Endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Abdurrezak Karak, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Li navçeya Wêranşarê jî 4 kes  hatin girtin. 

 
Polîsan li Taxa Uveçli ya navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser mala Endamê HDP’ê yê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Abdurrezak Karak de girtin û binçav kirin. Karak ê hinceta binçav kirina wî nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. 
 
WÊRANŞAR 
 
Cendirmeyan pêr li taxên çolter ên navçeya Wêranşarê bi ser malan de girtibûn û 13 kesên binçavkiribûn derxistin Edliya Rihayê. Dozger bi îdîaya li ser medya civakî "Propagandeya rêxistinê kirin" 13 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman hincetê, ji 13 kesan R.A., H.C., E.T. û F.Ç. girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û 9 kesên din jî, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.