Paylan: Qirkirina 104 sal berê îro li dijî kurdan pêk tê

  • rojane
  • 16:38 24 Nîsan 2019
  • |
img

STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kesên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan got: “Qirkirina 104 sal berê anîn serê ermenan heman qirkirin îro tînin serê kurdan.” 

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Stenbolê xwest jî bo salvegera Qirkirina Ermenan li Meydana Sultanahmedê çalakiya bîranînê li dar bixe, lê polîsan çalakî asteng kir. ÎHD’ê li ser vê yekê li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, parlamenterên Ewrûpî û gellek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Eren Keskîn daxuyanî da û diyar kir ku seranserî dîroka komara Tirkiyeyê qirkirinê dewam kiriye û înkar rastiyan naguherîne. Keskîn got heta ew kesek jî bimînin dê li dijî nijadperestiyê û qirkirinan têbikoşin. 
 
'EHMAN QIRINÊ ÎR TÎNIN SERÊ KURDAN’ 
 
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî axivî û got: “Qirkirina ku 104 sal bi serê gelê ermen ve anîn niha heman qirkirinê bi serê gelê kurd ve pêk tînin. Divê ku gelê tirk li dijî vê yekê derkeve.” 
 
'TIRKIYE BI QEDEXEYAN TIJE YE’ 
 
Parlamentera Fransî û Endama Komîsyona Karê Derve ya Fransayê Mireille Clapot jî ku beşdarî civînê bû wiha got: “Rewşa mafên mirovan bi rastî jî ber bi xerabiyê ve diçe. Tevî ku OHAL rabûye jî lê her tişt ber bi nebaşiyê ve diçe. Niha 57 hezar di hepsan de ye. Divê rojnameger, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan êdî netirsin. Tirkiye welatek bi qedexeyan tije bûye ye.”