Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran

img
STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di Newroza Stenbolê de got: “Em ê dersê bidin kesên me tune dihesibînin û li hember daxwaza hevalên me bedena xwe dane ber mirinê.” Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu jî got: “Teqez wê tecrîd bê şikandin û em ê teqez bi ser bikevin.” 
 
Bi sed hezaran kes bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” li Qada Bazarê ya Navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu axivî û wiha got: “Newroza we pîroz be. Me li dijî zaliman serî netewand û em li ser piya ne. Me li çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê mil daye milê hev. Çimkî em kesên xwedî li rûmeta kedê derdikevin. Em têk neçûn û em ê têk neçin jî. Me li her qadên Newrozê nîşan da. Em ê teqez tecrîdê bişikînin û em ê bi ser bikevin. Ev meşa mezin a Newrozê ye.” 
 
Piştî Şenoglu Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Pervîn wiha axivî: 
 
 “Merhaba Stenbol, merhaba ciwanên hêja, jinên hêja hûn hemû bi xêr hatine. Newroza gelê me hêja carek din pîroz be.
 
‘ÎRADEYA GELÊ KURD WÊ ZILMKARAN TÊK BIBE’ 
 
“Hûn hemû bi serser û serçavên me re hatine. Govend û horonên me îro li kêleka hev digerin. Min ji Amedê hezar silav ji we re anî. Min ji we re silavên Leyla Guven anî. Newroz roja azadî û aştiyê ye û roja berxwedanê ye. Îradeya gelê kurd di Newroza Amedê xwe eşkere kir. Teqez wê ev coş û îrade xwe di 31’ê Adarê de jî nîşan bide. Ez soz didim bi milonan, em ê xeyala azadiyê ya Berkîn û Kemal Korkutan pêk bînin û faşîzmê têk bibin. Em ne cudakariyê em hembêzkirinê hildibêjêrin. Em ne nefretê hezkirin dixwazin Em ne dîlgirtinê azadiyê dixwazin. Em ê Tirkiyeyek li gorî van xeyalan biafirînin. Seranserî dîrokê her tim serkeftin bûye para berxwedêran. Em ê teqez û teqez di 31’ê Adarê dersek mezin bidin zilmkaran.
 
WÊ BI DERSDAYÎNA GELÊ ME RE RÛ BI RÛ BIMÎNIN’ 
 
Em Leyla Guven û hemû hevalên xwe yên bedena xwe dane ber mirinê silav dikin û Newroza wan carek din pîroz dikin. Duh Ayten Beçet û îro jî Zehra Saglam dawî li jiyana xwe anîn. Yên ku ji me re dibêjin bêdîn û bêîman nahêlin ku cenaze li gorî çanda xwe werin veşartin. Cenazeyan bi revandinê vedişêrin. Em dîn û îman û duayên xwe ji Tayîp Erdogan hîn nebûne. Em wek AKP’ê dîn nakin amûra siyasetê. Yek malzeme di destê wan de heye ew jî êrîşkirina HDP’ê ye. AKP wê di 31’ê Adarê de bi dersdayîna gelê me re hevrû bimîne. Gelê me ji niha ve bilêtên qeyûman biriye. Dem dema dersdayîna faşîzma qeyûman e. Hilbijartina 31’ê Adarê pirr girîng e. Em bi ruhê agire Newrozê biçin ser sindoqan. Wê dengê me ji aştî û azadiyê re biçin. Heke em biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin dê AKP têk biçe. Em ê dersê bidin kesên me tune dihesibînin û li hember daxwaza hevalên me bedena xwe dane ber mirinê.” 
 
Piştî axaftina Buldan, Koma Hîvron derket ser dikê û konser da. Pîrozbahiya Newrozê li ber govend gerandinê û stranan bi dawî bû.