Malbatên girtiyan Agirê Newroza geş kir: Stenbol li dijî tecrîdê bû yek deng

img
STENBOL – Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin", bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Malbatên girtiyan agirê Newrozê pêxist. Piştî malbatan agir geş kir bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Pîrozbahiya Newroza li Qada Pazarê ya Bakirkoy a Stenbolê bi diruşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" dest pê kir. Bi deh hezaran welatiyên ku di saetên serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê dirûşmeyên “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" ketin qada Newrozê. Bi deh hezaran welatiyên piştî lêgerînê derbasî qadê bûn, nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û diruşmeyên “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" berz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina Agir û rêzgirtinê dest pê kir. Girseya ku ketin qadê bi rengên kesk, sor û zer bal kişandin ser xwe. Herikîna qada Newrozê ya bi girseyî didome. 
 
Li dika platforma Newroze pankarta “Newroz Pîroz Be” û “Li Welat demokrasî, Li Rojhilata Navîn aşti" û “Niha dema şoreşê ye" vekirin. Gelek rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî bi al û rengên xwe diherikin qada Newrozê. Li qada Newrozê govenda li dora muzîkê geş bûye reng dide pîrozbahiya Newrozê. 
Bi sed hezaran Stenboliyên di kontrola polîsan re derbas dibe, guh nadin astengiyê û herikîna qadê diomînin. Girseya ku ji 7 salî heta 70 salî qad tije kir, coşek mezin ava kiriye. Girseya li qadê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û “Em ê tecrîdê bişkînin" berz dikin û heman pankart û dowîz bilind kirine. Girsê dîsa posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dîrekên ceyranê ve zeliqandin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin, pêxistina Agir û stranên Hunermend Ayşe Kolivar û Dogan Çelik dest pê kir. 
 
Piştre helbesta TJA ya ji bo Leyla Guven ku 137 rojin di grevê de ye nivîsîbûn hat xwendin. Piştî malbatan Agirê Newrozê geş kir, ji bo Zulkuf Gezen, Ayten Becet, Ugur Şakar û hemû kesên di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.  Dema malbatên Girtiyan agirê Newrozê geş kirin, bi deh hezaran bi yek dengî "Bijî Serok Apo" û "Em ê tecrîdê bişkînin"  berz kirin. 
Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengül Demir, Cengiz Çiçek û Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu û Dayikên Aştiyê jî wê axaftinê bikin. 
 
Dîsa tê payin ku peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 137 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye jî bê xwendin.