Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê

  • rojane
  • 16:32 19 Sibat 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Ayşe Altay, dema çû hevdîtinê, li girtîgehê hat binçavkirin. Altay, piştî sewqî dadgehê kirin, heyetê biryara girtinê da û şand girtîgehê. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê Ayşe Altay dema çû hevdîtina xizmeke xwe  ya li Girtîgeha TÎpa T a Şirnêxê, hat binçavkirin û li dadgehê hat girtin. Altay, li ser îtîraza dozger hat girtin. Altay ku dayika 8 zarokan e bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtîgehê. Altay, herî dawî di 29'ê Çile de di operasyonekê de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edli hatibu berdan. Li ser îtîraza dozger Altay dîsa hat binçav kirin û hat girtin.